Kongreya Star li dijî tundiya ser jinê daxuyanî da

Kongreya Star a şaxê kantona Hesekê tundiya li ser jinê tê kirin , şermezar kir. Kongreyê bang li hemû beşên civakê kir ku berpirsyariya xwe ya derbarê kiryaran de hilgirin.

Kongreya Star a şaxê kantona Hesekê tundiya li ser jinê tê kirin , şermezar kir. Kongreyê bang li hemû beşên civakê kir ku berpirsyariya xwe ya derbarê kiryaran de hilgirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Yekîtiya Star a bajarê Hesekê hat dayîn. Endama komîteya jin Fatima Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rola jinan a civakî û mirovî hate destnîşan. Her wiha awayên tundiya bedenî û derûnî yên ku jin ji ber kevneşopiyên paşverû, rastî wan tên hatin destnîşankirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin :"Di demên dawîn de kiryarên tundiyê yên li ser jinê zêdetir bûne. Ji van kiryaran jî revandin û kuştin bi hemû awayên hovane ne.

Hemû awayên tundiyê yên derbeyê li civak, jin, zarok û jinan didin. Di heman demê de sedema van kiryarên hovane li aloziya aborî, siyasî û civakî vedigerînin. Li ser bingeha namûs di dûrbûn, kuştin, îşkencekirin û veşartina jinan de ye. Ev daxuyanî ji hemû beşên civakê re derbasdar e.”

Di dawiya daxuyaniyê de Kongreya Star bang li hemû beşên civakê kir û got: “Divê civak ji aliyê kiryarên bi kuştina jinan re, civakê dikuştin bîrwer bin, herwiha parastina destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa Netewa Demokratîk de bidest xistine bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din