​​​​​​​Kongreya Star li Lubnanê: Girtina Ocalan pîvanên aşîtiyê bin pê dike

Kongreya Star a Lubnanê bi dirûşmeya "Na ji tecrîdê re, dem dema azadiyê ye", panelek li navenda Komeleya Newroz a li Beyrûtê li dar xist.

Endama têkiliyên Kongreya Star Henan Osman û jina bi navê Kîbar Hor, panel bi rêve birin. Panel li ser girîngiyia azadkirina Rêber Abdullah Ocalan nexasim di vê aloziya ku herêm tê re derbas dibe, bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Henan Osman got: "Şerên herêmî û navneteweyî yên hov pêk tên, aşîtî li ku ye? Bi milyonan mirovên bê guneh bûn qurbanên vê şerî. Di roja cîhanî ya aşîtiyê de, em dibînin ku dewletên kapîtalîst aşîtiyê pêk nayin û gelan paşguh dikin. Xema wan qezençkirina bi rêya fitne û şerên tayifî û herêmî ye."

Henan wiha dewam kir: "Xema NY`yî tenê derxistina biryarname û peymanên girêdayî aşîtiyê ye. Lê belê hesab ji sûcdaran naxwaze. Ev dirûtî ye. Çawa dikarin behsa aşîtiyê bikin û sembolên fikr û azadiyê girtî ne?"

Henan teqez kir ku girtina nûnerê azadî û aşîtiyê Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiyê pîvanên aşîtiyê yên cîhanî bin pê dike. Partiya AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan bi binpêkirinên der heqê Ocalan û hevalên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de, hemû pîvanên mirovahiyê bin pê dike."

Her wiha diyar kir ku "Ronakbîr Ocalan sembola azadî û wekheviyê ye. Di pênc parêznameyên ku derxistine de projeya netewa demokratîk pêşkêş kir, ne tenê rizgariya gelê Kurd e lê belê rizgariya hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn e, ji ber ku ev proje li ser bingehê biratiya gelan û aşîtiyê ye."

Henan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rêber Ocalan misogerê aşîtiya li herêmê ye. Ew bi nameyên xwe bang li her kesî dike ku şer rawestînin û dest bi diyalogan bikin."

Panel bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî"  bi dawî bû. Beşdarên panelê daketin qadan û belavokên li ser azadkirina Rêber Ocalan belav kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din