Kongreya Star li ser kuştina Sozan Dêrkerîkor ji bo lêpirsînkirina Tirkiyê bang kir

Kongreya Star a herêma Efrînê binpêkirinên komên çete li dijî jinan li Idlibê û Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqnas û mirovî kir ku yekser van kiryaran rawestînin.

Bi banga Kongreya Star a şermezarkirina binpêkirinên komên çete li dijî jinan li kantona Efrînê û herêma Idlibê re, bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Kampa Berxwedan li qada kampê kom bûn.

Di wê kombûnê de daxuyaniya ji hêla Kongreya Star ve bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî hatiye weşandin, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em binpêkirinên terorîst ên hovane ku çeteyên dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê li tevahî Sûriyê pêk tînin, bi taybet kiryarên der barê mafên jinan de ji kuştin, îşkence, revandin û tecawîzkirinê, şermezar û lanet dikin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi bûyera revandin û kuştina jina Eremenî Sozan Dêrkerîkor ya ku ji gundê Yaqûbiyê yê bejahiya Idlibê hat kirin. Her wiha pir caran hat tecawîzkirin.

Jina Ermenî, îşkence bi keviran bi destê cîhadîstan heta mirinê hat kirin. Li aliyekî din jî qirêjiya terorîstê ya der barê jinan de heta Efrînê jî çû. Piştî çeteyan Efrîn dagir kir keça bi navê Arîn Selah Gelo li Efrînê li taxa Eşrefiyê di encama astengî û destdirêjiyan de ji hêla çeteyan ve xwe kuşt.

Li dawiyê, Kongre Star bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li hember kiryarên hovane der heqê jin û mirovahiyê de pêk tên, bisekinin. Her wiha jî bang li rêxistinên hiqûqnasî û dewletên cîhanê kir ku bi erka xwe rabin û helwestên tund di warê kiryar û binpêkirinên li dijî mafên jinan ên ku hemû mîsaq û qanûnên navdewletî derbas kirine de, pêk bînin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din