Kongreya Star peyama Cejna Remezanê da

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyek nivîskî da û Cejn gelên herêmên û civaka Rojhilata Navîn pîroz kir.

Bi boneya Cejna Remezanê Koodînasyona Kongreya Star a Rojava Cejna Remezanê li tevahiya gelên herêmê û Rojhilata Navîn pîroz kir û hêvî dikin ku bibe .

Daxuyanî wiha ye:

"Cejna Remezanê Kevneşopiyeke civakî û mirovahî ya cihana Rojhilata navîn e; weke gulekî siltanî di nava 12 mehên salê de pêhîseneke dildarî û baweriyê ve rojiya Remezanê hate girtin û bi vê hişyariya cejna Remazanê ve adet û teqalîdên civakî û însaniyetê tê jiyankirin û nade jibîrkirin heya ku digîhîne pêşerojê.

Li ser xaka qedîm û di nava şoreşa azadiya neteweya demokratîk de bi hezaran gelê me li vê kevneşopiya civakî xwedî derketin û xwe di nava vê hestiyariyê de kirin bawerî, hevî û daxwaza azadiya gelên Mezopotamyayê. Bi vê xwedî derketin û pêkanîna ve Yekitî, biratî, azadî û wekheviyê ji cîhana îslamî re gihandin xwesteka gerdûnî.

Li ser van esasan; em wekî Kongra Star cejna Remezanê li hemû gelên xwe û civaka Rojhilata Navîn pîroz dikin û em dibêjin ev cejin bila bibe aramî û azadiya civaka berxwedêr û têkoşînvan. Bi hêviya gelek cejnên azad, wekhev û bi hêviyên serkeftinên mezin ve. "


Mijarên Din