Kongreya Star piştgiriya xwe bi jina Sûdanî re nîşan da

Kongreya Star bi daxuayniyekê destnîşan kir ku jina Sûdanî bala tevahiya azadîxwazan kişandiye. Her wiha piştgiriya xwe bi giyana jina Sûdanî ya ku banga guhertinê ber bi civakek azad bi pêşengiya jina azad dike, tekez kir.

Kongreya Star îro li ber avahiya xwe li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekî piştgiriya jina Sûdanî kir. Daxuyanî ji aliyê Koordînetora Kongreya Star Muna Yûsif ve hate xwendin.D

Bi hezaran sûdanî li ber avahiya Fermendariya Giştî ya Artêşa Sûdanê ji bo şermezarkirina siyasetên hikumeta El-Beşîr çalakiya protestoyî li dar dixin. Ev 5 rojin çalaki pêk tên. Xwepêşendar banga çûyîna El-Beşîr dikin.

Ya balkêş di xwepêşendanên Sûdanê de derketina jineke Sûdanî bi cilên spî di roja çaramîn de ya xwepêşedanan û muxeteb girtina xwepêşendaran. Li ser malperên tora civakî jina Sûdanî wek sembola şoreşa Sûdanê hate wesifandin.

Li gorî zêdetirî dazgeheke çapemeniya cîhanî zêdetirî nîvê xwepêşedarên Sûdanê jin in.

Kongreya Star got: “Em rola jina Sûdanê ya ku pêşengiya tevgera gelêrî dike silav dikin. Jina Sûdanî bala tevahiya azadîxwazan kişandiye.

Em piştgiriya jina Sûdanî ya ku ji bo civakek demokratîk û azad bi pêşengiya jinê tê dikoşe dikin. EEm bang li tevahiya tevgerên jinan dikin ku piştgiriya hêviyên jina Sûdanî bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din