Kongreya Star şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê bibîr anî

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê ya ku çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê pêk anîn, bi bîr anî.

Çeteyên DAIŞ`ê, 25`ê Hizêrana 2015`an komkujiyek li bajarê Kobanê û gundê Berxbotan ê başûrê bajarê Kobanê li  dijî sivîlan pêk anî. Di encamê de, bi sedan sivîl ku piraniya xwe jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest da.

Bi boneya salvgera Komkujiya 25`ê Hizêranê, Koordînasyona Kongra Star a Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“25’ê Hizêranê  ji aliyê DAIŞ’ê ve qetlîyamek li ser sivîlên gelê Kobanê pêk hat û encama vê qetliyamê  de 242 însanên bê parastin hatin qetilkirin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Ev qetliyam tevî bi dîmen û îspatên berfireh ve ji hemû cîhanê re hate nîşandan. Ev qetliyam,  bi awayeke vekirî  ji hemû cîhanê re rûyê wehşeta DAIŞ’ê da xuyakirin. DAIŞ`ê, bi qetliyamên bi rengî hebûna xwe didan berdewamkirin le belê, îroj bi saya berxwedaniyên hemleyên wek li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ve çeteyên DAIŞ’ê, ji aliyê hêzên me yên eskerî ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derdora wê hatin derxistin.

Em wek Kongra Star; vê qetliyama rûreş şermezar dikin û di hefizeya civakê de bi vê dîrok û bûyerê dihesin û bîreweriya xwe de bi bîr tînin. Bi vê bîranînê ve em civaka xwe ya berxwedêr û serhildêr zîndewar dikin û dikin wesîleya avakirina şoreşa civaka azad û demokratîk.

Li ser vê esasê; di serî de şehîdên qetliyama Kobanê û hemû şehîdên azadiya civaka demokratîk bibîr tînin û soza xwe ya avakirina jiyana azad û wekheviya civakê, nû dikin û em ê her tim bibin şopdarê felsefeya rêya azadiyê û şoreşa demokrasiyê.”


Mijarên Din