Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bibîr anîn

Koordînasyona Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bibîr anîn û got: “Em ji pakrawanên leheng re soza berdewamkirina têkoşîna bi mohra jina azad dûbare dikin.”

Têkildarî mijarê, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Nexşesazên riya azadiyê, bi hevsengiya hizir û pratîkê di payên xwebûyîn û xwenasiyê de şopdariya şoreşa estetîkê kirin. Nayên jibîrkirin û bi mohra xwîna wan a pîroz biryara eşqa heqîqetê, her û her bilind dibe. Şehîdên Qereçoxê bi duyemîn salvegera şehadeta we ,em mizgîniya rêdewamiya armancên we didin ku bi xeml û xêza keda we vaye îro welatê me bûye hembêzdarê deskeftî û serkeftinên mezin.

Her çiqas ku dewleta Tirk bi vê kiryara xwe ya qirêj hewil da ku moral û vîna gelê Kurd bişkîne, lê ew şehadeta we ya bersivdar xeyalên dagirkeriya ji xaka me re şikand, lewre em wek Kongra Star duyemîn salvegera bîranîn şehîdên Qereçoxê ya ku berî her tiştî rengê jina berxwedêr a xwedawend, misoger dike em  bi germahiya rihê jinê bibîr tînin û  em ji pakrawanên leheng re soza berdewamkirina têkoşîna bi mohra jina azad dûbare dikin û em nameya tolhildana bê rawestîn didin dewleta Tirk.”

(kc)


Mijarên Din