Kongreya Star: Şewata li Îmraliyê hewldana derbeya li vîna me ye

Kongreya Star a kantona Hesekê diyar kir şewata li girava Îmraliyê rû daye, hewldana derbeya li vîna gelên bindest e.

Bertekên gel ên der barê şewata li Îmraliyê de zêde dibin. Kongreya Star a kantona Hesekê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso daxuyanî li pêş Dibistana Fewaz Colî ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Me wek Kongreya Star konê protestoyê yê şermezarkirina şewata li Îmraliyê veda. Em wek tevgera jinan vê şewata bizanebûn şermezar dikin. Ji ber ku ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk van kiryaran pêk tîne.

Dewleta Tirkiyê her tim hewl dide hebûna me bi îxanetî têk bibe. Lê belê nikare. Bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan me tevger û hêza xwe ya demokratîk bi rêxistin kiriye. Dijmin ji tevgera jinan ditirse, ji ber ku jin fikra demokratîk li tevahî cîhanê tevî sûcên kirêt ên li dijî wê pêk tên jî, belav dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji fikra demokratîk ditirse, em jî aşiqê azadî û edaletê ne. Lê belê dijminên me vê yekê naxwazin.

Şewata duh ku li Îmraliyê li nêzî girtîgeha rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, bi hedefa derbkirina vîn û hêza me ye. Lê ew çewt in. Ji ber ku Rêbertî di fikr û dilê me de ye. Me li ser fikr û felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin kiriye.

Li dawiyê em wek tevgera jinan soz didin rêber Abdullah Ocalan ku dê li ser rêça şehîdan bimeşin û dê çalakiyên xwe heta bihîstina agahiyekê li ser tenduristiya Rêbertî bidomînin."

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî rêber Abdullah Ocalan” û şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din