Kongreya Star silav li serkeftina çalakiyên greva birçîbûnê kir

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava serkeftina çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî bidawîbûna çalakiyên grevên birçîbûnê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Serkeftin ya me ye.” 200 roj berê ev hevok ji aliyê hevala Leyla Guven ve hate gotin û hemû hevalên li zindan, Ewropa û çar aliyên Kurdistanê wekî tîrêjên rojê bûn şopdarên vê berxwedana dîrokî. Îro ev berxwedana dîrokî bi ser ket û kevneşopiya “Berxwedan jiyan e” bi awayekî xelekwarî di hemleya “Faşîzmê têk bibe, tecrîdê bişikîne, rêber Apo azad bike” de careke din zindî bû.  

Ev kevneşop û berxwedana dîrokî di nava pençên qikirina çandî de bi hêviyên azadiyê û daxwazên milyonan bû çemberek agirîn û li hemberî bêdengiya cîhanê olan da. Ev bang û qîrîn bûn laçikên spî li ser serê dayikan û di nava reş û taritiyê de daxwaza azadiya rêber Apo bi azweriyeke mezin xistin rojeva cîhanê. Ev bû diyalektîka xwezaya bêdawî û hezkirina sîmbiyotîk a dayika nîştiman.

Em jî wek koordînasyona Kongreya Star a Rojava, di nava çerxa şoreşê de silavan li serkeftina pêşengiya berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçûbûnê dikin û li ser banga daxuyaniya rêber Apo çareseriya siyaseta demokratîk dikin hedefa jiyanî û ji bo aştiyeke birûmet; bendewariyên erka pêkanîna înşakirina neteweya demokratîk mîna wezîfeyeke dîrokî ya “rihê demê” dibînin.

Di heman demê de li kêleka berxwedana dîrokî, berxwedan û serhildanên çalakiya ‘Laçikspiyan’ a ku vê serkeftinê manedar kiriye û manewiyata hezkirina jiyanê bi azadiya rêber Apo re kirine yek, hezaran caran silavan lê dikin, bi vê berxwedanê serkeftin û rûmeta jiyanê ji wan re dibe xelata bêhempa.

Serkeftina şiyara “Em ê faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin û rêber Apo azad bikin” di hemû qadên jiyanê de em ê bilindtir bikin û azadiya rêber Apo mîsoger bikin. Serkeftina berxwedana dîrokî ya greva birçîbûnê dê gelek serkeftinan bi xwe re biafirîne û daxwaza azadiya milyonan her tim di nava serhildanê de reng û deng bide jiyanê, bi girêdan û nîştimaniya Laçikspiyan jî ev serkeftin dê bigihîje lûtkeya herî jor.

Di vê berxwedanê de hevrêyên ku çalakiya canbexşane pêk anîne bi bîr tînin, kesên ku li kolanan li hemberî faşîzmê egîdane ketine nava pêvçûn û berxwedanê silavan lê dikin, serhildana dayikên laçikspî yên ku bi qîrîn û hewaran cîhan şiyar kir; bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo ji her demê zêdetir em ê bixebitin û berxwedanê berfirehtir bikin. Ji bo demokrasî, wekhevî û azadiya gelan jî em ji hemû hêzên demokratîk  hişyariyeke mezin daxwaz dikin.

Li ser vê esasê em careke din serkeftina berxwedana greva birçîbûnê û berxwedana manedar a dayikên laçikspiyan silavan lê  dikin; ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya sîyaseta demokratîk pêk were, em bangewaziya bilindkirina têkoşîna azadiyê dikin.”


Mijarên Din