Kongreya Star têkildarî kuştina jinekê li Kobanê daxuyaniyek da

Kongreya Star a herêma Firatê bi daxuyaniyekê bal kişand ser kuştina jina bi navê Riweyîda Şêx Hemo li Kobanê û diyar kir ku “Wek tevgera jinan em doza kuştina jinan vedikin û ji cihên berpirsyar û peywendîdar hesab dixwazin ku kujerên van bûyeran werin cezakirin.”

Li bajarê Kobanê duh jina bi navê Riweyîda Şêx Hemo ji aliyê endamên malbata xwe ve hate kuştin. Kongreya Star bi daxuyaniyekê ev bûyer şermezar kir û destnîşan kir ku dê şopdarên vê doze û hemû dozên jinan bin.

Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hate gotin:

“Ji destpêka avakirina Kongreya Star wekî tevreke jin ji bo birêxistinkirin û parastina nirxên jinan ên dîrokî, çandî, aborî û siyasî têkoşînekê li hember zîhniyeta desthilatdar û baviksalar dikin. Lê mixabin li gorî têkoşîna ku tê kirin û berxwedana jinan a ku dengvedanek di tevahî cîhanê de çêkiriye, hîna jî jin rastî rêbazên kuştin, tecawiz, revandin, şîdet û êrişên cur bi cur tên.

Duh jî dîsa li kela berxwedanê li Kobanê ya ku bû sembola jinên berxwedêr, jina bi navê Riweyîda Şêx Hemo ji aliyê malbatê ve hate kuştin, bi awayekî hov û bêexlaqî di roja cejna Qurbanê de ku bi hezkirin û bi lihevanînê tê naskirin. Ew roj kirin roja kuştin û serweriya mêran a li ser jinan.

Tevî ku Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hatiye naskirin û sedsala 21’an bi sedsala jinan hatiye naskirin, lê zîhniyeta ku desthilatdaran daye avakirin naxwazin were hilweşandin, ji ber vê yekê bi tundî êrişî jinan dikin. Zîhniyeta baviksalar a ku herî zêde dijminatiya jinna dike, êrişî nirxên jinan ên azadî, wekhevî û hêza jinan dike. Di bin navê parastina namûs, urf û adet, eşîrtî û paqijkirina namûsê de careke din dixwazin bi kuştinê îradeya jinan tune bikin. Plan û siyaseta desthilatdaran her tim armanc û hedefa xwe binpêkirin û tunekirina îradeya jinan e. Ji ber vê yekê wekî tevgera jinan a herêma Firatê em bi tundî zîhniyeta faşîst, baviksalar û desthilatdar tawanbar dikin û bi taybet siyaseta desthilatdaran ya qirêjî li ser jinan ku timî dixwazin jinan kole, bê îrade û bê hêvî bikin, em red dikin. Wek tevgera jinan doza kuştina jinan vedikin û ji cihên berpirsyar û peywendîdar hesab dixwazin ku kujerên van bûyeran werin cezakirin.

Her wiha pêwîst e li hember kuştina jinan dengê tevahî jinan bibe yek û asta têkoşîna xwe li hember sîstema desthilatdar bilind bikin. Di dawiyê de banga me ji civaka Kobanê, ji saziyên berpirsyar ew e ku li hember kuştina jinan nebin temaşevan, ji ber ku zîhniyeta desthilatdaran tevahî û bi taybet ya dewleta Tirk ew e ku dixwazin di kuştina jinan de şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinan hatiye naskirin, binpê bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e tu kes li hember kuştina jinan bê deng nemîne.

Jin jiyan azadî

Na ji kuştina jinan re.”

ANHA


Mijarên Din