Kongreya Star zextên dewleta Tirk ên li dijî jin û siyasetmedaran şermezar kirin

Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şermezar kirin û banga piştgiriyê kir.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û jinên Kurd.

Kongereya Star îşaret bi kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk ên li dijî goristanan kir û wiha da zanîn: “Rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê li tevahî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civak û hemû gel xistine bin cendereyeke qirkirinê. Pêkanînên rejîma faşîst, êdî tu sînoran nas nakin. Hemû nirxên exlaqî û mirovî bi pêkanînên xwe yên faşîst binpê dike. Nirxên herî bi wate û pîroz ên ku mirovan li ser lingan digirin; gorên zarokên gelê Kurd dirûxîne, hestiyên miriyên wan didize û dixe bin lingan. Tecawiz û destdirêjiyê li ser zarok, jin û hemû nirxên civakê dike.  Wekî qetranekê xwe bi ser hêvî û ronahiya gelan de kiriye. Zarok, jin, ciwan, pîr û hemû nifşên civakê bê nefes, bê hêvî hiştine. Ceribandinên wan pêkanînên xwe yên hovana destpêkê li ser Kurdan dike. Ji ber yê serî natewînin, Kurd in. Ji ber yên ku ev sed sal e li Tirkiyê têkoşîn û berxwedana azadî, demokrasî û wekheviyê dikin, Kurd in.”

Di daxuyaniyê de girtina saziya jinan a Rosa jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ji ber wê rastiyê destpekê dixwazin Kurdan bê deng bikin, vîna wan bişikînin. Bi êrişên xwe yên hovane û bêexlaq dixwazin wan teslîm bigirin. Lê em dibînin ku nikarin vê pêk bînin. Îro yên ku di bin siya wê faşîzma tundraw a Tirk de bê deng namînin û her tim li ber xwe didin, Kurd in. Ew jî dizanin heya Kurdan neşikînin nikarin bi ser bikevin.

Ji desteserkirina şaredariyan bigire, heya girtina siyasetmedaran û zextên kesên ku li Tirkiyê muxalefetê dikin, hemû bi plan û zanebûn tên kirin. Herî dawî pêla girtinê ya li ser saziya Rosa û girtina siyasetmedaran jî bi wê mebestê çêbûye. Saziya Rosa, saziyek e ku li dijî binpêkirina mafên jinan têkoşîn dida û xwedî li jinên rastî tundiya mêran dihatin, derdiket. Cihekî ku jinan xwe dispartê û lê nefes dida û distand. Dîsa ji bo maf û azadiya jinan têkoşîn dikir. Herî dawî jî li dijî zagona rejîma faşîst AKP-MHP’ê ya ku zewaca di temenê biçûk li ser zarokên keç rewa dike, amadekariyên çalakiyan dikir.”

‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD CIVAK Û PERGALÊ DIGUHERÎNE’

Di berdewama daxuyaniya Kongreya Star de wiha lê hate zêdekirin: “Em dizanin ku têkoşîna jinên Kurd di civak û pergalê de gelek guhertin çêkirin. Rola wan a pêşeng di qada siyaset û civakê de şênber bû û hêviya azadiyê di nava jinan û gelê Kurd de gur dikir. Ji ber wê rejîma faşîst hê ji destpêkê de, jin kirin hedef. Ji kuştinê bigire heya girtin û tecawizê hemû rêbazên teslîmgirtinê wek rêbazeke rewa dîtin û pêk anîn. Lê em dizanin ku nikarin jinên Kurd bi girtin û kuştinê bê deng bikin, bitirsînin û ji doza wan a azadiyê dûr bixin. Dewleta faşîst bi hezaran digire, lê careke din bi hezaran derdikevin pêş.

Wek rexistina jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava Kongreya Star em pêla girtinê ya rejîma faşîst li ser jinên têkoşer ên Bakurê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriya xwe careke din radigihînin.

Em bang li hemû jinan dikin ku bi pêşengiya jinên Kurd ên têkoşêr bûne xwedî vîn, rêxistin û kesayet û dîsa jinên ku ji têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd bandor girtiye, bila li beramber wan pêkanînên faşîst û mêrsalariyê bê deng nemînin. Xwedî li sazî, nirx û hebûna xwe derkevin.”

ANHA


Mijarên Din