Kongreya Star:Ax û Rûmeta Xwe Bıparêze, DAÎŞ û Dagırkerıyê Têk Bibe

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bang li hemû gelan û jinên Sûriyê kir ku li hemberî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û êrîşan têk bibin.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî gefên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 8 sal in ku di pêşketina avakirina girava azadiyê de ji bo jinan û gelên dinyayê têkoşîneke bê hempa û dijwar dide meşandin. Dewleta Tirkiyê, ji destpêkê ve vê têkoşînê ji bo xwe weke tehdîdekî dide nîşandan.  Ew DAIŞ’a ku rûreşîya mirovatiyê îfade dike, hevkarî û piştgiriya dewleta Tirkiyê heger em bînin bîra xwe, wê demê ji vê pêla tehdîdên nû ya ku berê wê dide cografiya  me jî em ê pir baş fêm bikin. Em weke gelên vê xaka pîroz me êrîşên dijwar ên DAIŞ’ê têk bir û hakîmiyeta wan a li ser cografiyê  bidawî kir.

 Me vê yekê bi berxwedaniya qehremaniya hezaran keç û xortên xwe ve serxist. Em jiyankirin û înşakirina şoreşê de pir baş dizanin ku şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye. Ev şoreş, bi hezaran salan şûnde ji bo gelên Rojhilata Navîn deriyeke bê îkdidar û bê dewletiyê vekir. Ji hemû gelên dinyayê re jî ev sîstema demokratîk û azad, bûye çavkaniya hêviyan. Cografyaya me, ji ber van taybetmendiyên xwe, zihniyeta netew-dewletê aciz dike. Me bi têkoşîna xwe ya dijwar a 8 salan ve êrîşên DAIŞ’ê têk bir û ji hemû dinyayê re qada demokrasiyê vekir.

Niha jî, Tirkiyê bi vê derewa koridorê ya ku ji bo gelên me wek herêma ewle bi nav dike ve bazariya korîdora qetliyamê dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şert û zirûfên hilweşîn û şerê giran ên gelan şûnde, jiyana azad înşa kiriye. Çima ev avabûna jiyana azad ji boTirkiyê  tehdîtek dide avakirin û wek tehdîtek tê dîtin gelo? Weke ku hemû dinya jî dizane em ji bo kesî nebûne tehdît û em ê  jibo tu kesî jî tu carî nebin tehdît . Qada me li ser navê hemû nirxên însanetiyê têkoşîneke bê hempa dide meşandin. Lê belê, li hemberî vê yekê Erdogan û Bexçelî bi gotinên xwe yên “ em ê wan bixin binê erdê” “ bişewitînin, hilweşînin” ve tehdîdan dikin. Rojava di nava qeyrana Rojhilata Navîn de ji bo gelan herêmeke herî zêde ewlehiyê dide avakirin û jiyana ewle û parastinê îfade dike ye.  Înşaya jiyana azad a ku li ser destkeftiyên yekitiya azad ên gelan, temsiliyeta wekhev, hevjiyana azad, netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk  xwe bilind dike û pêş dixe, van mijaran jî di rastiyê de ne tehdîteke; berevajî vê, ewlekariyê îfade dike.       

Bi berxwedaniya destanwarî ya ku taybet li Kobanê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye dayîn de 12 hezar şehîd û bi hezaran birîndar û gaziyên şer me daye vê xaka pîroz. Bi vê berxwedaniya destanwarî ve me di giştî cihanê de li hemberî  DAIŞ’ê, berxwedanî û têkoşîna asta herî bilind û gerdûnî daye qezençkirin. Ji bo hêzên pêşveker ên dinyayê me navendeke ku bala her kesî dikşîne daye avakirin. Ev serkeftina mezin a ku bi destkeftiyên şoreşa azadiyê ve li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê hatiye qezençkirin ya me bi xwe ye! Ev serkeftina ku li Kobanê destpê kir û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê  belav bûye li ser navê hemû însanetiyê hatiye qezençkirin. Ev serkeftin, serkeftina hemû gelen Ereb, Turkmen, Kurd, Sûryan-Asûrî, Çeçen, Ermen û hemû jinên ku li ser vê xaka pîroz bi hevre jiyan dikin, ên wan bi xwe ne. Di sedsala 21’mîn de mêtîngerî û faşîzm qirkirinê jibo jinan, zarokan û gelan rewa dibîne. Ji bo vê rewa dîtinê em bisekînin, şoreşa Rojava fersendeke bê hempa ji me re pêşkeş dike. Ji bo her kesên ku aliyê aşitî, azadî, demokrasî û yekitiya gelan de cihê xwe digrin  bangewaziyê dikin û dibêjin ji bo  qirkirin û êrîşên dagirkeriya  Erdogan  bidin sekinandin, werin em bihevre bikevin nava liv û tevgerê.

 Em ji bo dewleta Tirkiyê jî bang dikin ku bila xwe nexin nava xemil û xiyalên osmancitiyê û bila polîtikayê xwe yên êrîşkar û tehdîtwarî yên li ser gelên me didin meşandin terk bikin. Bi awayeke israr em îfade dikin ku ev cografî û gelên me yên ku DAIŞ’ê têk biriye, ji bo Tirkiyê cîrana herî bi baş û ewleye. Dîrok, ji me re  bangewaziyê dike û dibêje li ser vê axê  rihê kêliyê baş bixwînin û bixin meriyetê. Kesên ku bi zihniyeta  dewlet-netewe hereket dikin û taybet jî dewleta Tirkiyê divê baş zanibin ku; yên ku vê bangewaziya dîrokî nikaribin bixwînin, wê xwe di nava sergoya dîrokê de bibînin. Dewleta Tirkiyê xwe ji bo êrîşa dagirkirinê amade dike. Li Kobanê DAIŞ wenda kiriye lê belê dewleta Tirkiye careke din dixwaze  zihniyeta DAIŞ’ê zindî bike. Bi zindîkirina DAIŞ’ê ve hem ji xwe re û hem jî  vê cografiyê re wê êş û azarên mezin  bide jiyankirin.  

Dewleta Tirkiyê Sala 2018’yan li ber çavên hemû dinyayê li Efrînê sucên însanetiyê pêk anî.  Vê carê jî dixwaze vê sûcê hanê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike û ji hêvîyên jiyana hevpar a gelan re darbeyên giran bide. Bila her kes bizanibe ku wê ev şer wê feydeyê nede tu kesekî. Ev şerê bi xwîn ên ku bi dagirkirina  Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bê destpêkirin wê li hemû Rojhilata Navîn bê îstiqrariyê û qeyranê hîn kûrtir bike. Bi tevî zindîkirina DAIŞ’ê ve ev dagirkerî li ser hemû dinyayê xeteriya herî mezin bide avakirin.  Ji ber vê yekê, ev êrîşa dagirkirinê û şerê ku bê jiyankirin ne tenê ji bo kurd û gelên heremê her wiha ji bo hemû jinan û dinyayê tehdîdeke mezine. Em li ser navên jinên Bakurê Rojhilatê Sûriyê û gelan ji dinya û raya giştî ya Tirkiyê re û taybet ji hemû beşên hişyar ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê re bangewaziyê dikin û em dibêjin werin em bi hevre li hemberî îşgalkirinê têkoşînê bidin meşandin.

Gelên Bakur û Rohjilatê Sûriyê qezencên sekeftina bê hempa yên ku li dijî DAIŞ’ê hatine bidest xistin diparêze û bi biryara berxwedaniyek dijwar ve em ê  van serkeftin û destkeftiyan bidin jiyankirin.

•Niha, dem ev dem e ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi dijwarî biparêzin!

•Sedsela 21’ min sedsala şoreşa jina ye! Em jinên Kurd tevî jinên ji çar aliyên dinyayê  me rûyê serdestiya zilamên tarî yên DAIŞ’ê têk bir!

•Niha jî, em ê nebin temaşevanên wan kesên xwedî zihniyeta qirker û faşîst ên ku dixwazin tola vê binkeftinê bigrin û sedsala me ji me bidizin!

•Em  sedsala xwe ya 21 mîn a ku sedsala jinan îfade dike teslîmî tarîtiya zihniyeta serdestên zilaman nakin. Em bang hemû jinên cihanê dikin da ku piştgirya xwe bidin me û tevlî têkoşîna me bibin!!!

Li ser vê esasê:

Destpêkê hemû gel û jinên ji Sûriyê û yên ku aligirê yekitiya demokratîk û azad ên Sûriyê ne, ji bo ev pêla êrîşkariya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên ji bo bidin şikandin em bi şiyara “AX Û RÛMETA XWE BIPARÊZE, DAÎŞ Û DAGIRKERIYÊ TÊK BIBE” ve bangewaziya xwe dikin û dibêjin werin bi vê şiyarê ve em bi hevbeş têkoşînê bikin.

Em wek jinên Kurd ji bo nasnameya xwe ya netewî, çand, ziman û welatê xwe biparêzin û jiyana azad înşa bikin bi salan têkoşîneke dijwar didin meşandin. Kurdan, bi xwîna hezaran şehîdan ve destkeftiyên netewî dane qezençkirin lê belê, dewleta Tirk dixwazin van destkeftiyan ji destê me bigrin. Em ji bo avakirina rêxistinbûyîn, rihê yekitî û netewbûnê bangî hemû jinên Kurd dikin. Disa em bang dikin ku faşîzma Erdogan a ku dixwaze li ser gelê kurdan qirkirinê pêk bîne, bihevre ji holê rakin. Ji bo li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyên ku pêk tên em binbixin, werin em bihevre têkoşînê bimeşînin.

Bangewaziyê ji hemû jinên cihanê re dikin û dibêjin, ev êrîşên ku li ser axa me û mewziya şoreşa me pêk tê divê em pêşiya wê bigrin û piştgiriya jinan bilindtir bikin. Di serî de em bang jinên Sûriyê, hemû jinên Rojhilata Navîn dikin û dibêjin ev zihniyeta AKP’ê tevî polîtîkayên xwe ve dijminantiya jinan û gelan dike û ev tahlûkeya herî mezin e. Zihniyeta AKP’ê ya ku maskeya rûyê tarîtiya DAIŞ’ê îfade dike em nehêlin ku destê xwe bide hebûna me, rûmeta me û mewziyên me yên şoreşê. Taybet jî jinên ku li Tirkiyê ne, divê baş zanibin ku şerê ku li hemberî şoreşa me bi awayeke dijwar tê pêşxistin, wê zihniyeta qetilker a AKP’ê  dêwane bike. Bi vê zanebûnê ve, jinên li Tirkiyê jî bila bizanibin ku erka wan a tarîxî û berpirsiyariya wan a pêşiya vê êrîşê asteng bikin heye. Em bang dikin ku li vê berpirsiyariya xwe xwedî derbikevin!

Di pêvajoya têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê de ji her aliyên cihanê ref bi ref ji bo şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kesên enternasyonalist, hêzên dinyayê, demokrat û şoreşger hatin û tevlîbûn. Em bang enternasyonal, demokrat û hêzên dinyayê yên şoreşger dikin û dibêjin me DAIŞ’ê bi hevre têkbir, Rojava jî bi hevre biparêzin! Di serî de jinên Kurdan û hemû jinan em bang dikin û dibêjin werin em li hemberî dagirkerî û qirkirinê jî li sehayên YPG-YPJ’ê de cih bigrin.

Şerê li dijî DAIŞ’ê dihate meşandin mutefîkê herî baş û xurt ên hêzên koalisyonê hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. QSD ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze 12 hezar şehîd dane. Em bang hêzên koalîsyonê dikin ku ji bo ev êrîş û tehdîdên li ser gel pêk neyên, van tehdîdên qetliyamê bisekinînin. Di pêşxistina çareseriyên siyaseta demokratîka mayîn de û aşitiyane de bang înîsiyatîf girtinê dikin.

Em bang Dîwana  edaleta navnetewî LAHEY û miletên yekbûyî dikin ku divê ji demek zûtir tehdîdên Tirkiyê yên ku li ser axa Sûriyê  tên kirin bidin sekinandin û sûcên însaniyetê yên ku li ser van erdan tên kirin de rola dewleta Tirkiyê lêkolîn bikin û bidarizînin. Bi hezaran jin û zilamên endamên DAIŞ’ê di pîvanên gerdûnî de ji bo bêne darizandin em bang dikin! Di heman demê de di vê darizandinê de pêwîste rola xwe ya dîrokî jî bileyîzin.

Em ê, Bakur û Rohilatê Sûriyê; bi rihê Hanna’ya  ji Reqayê, Dr. Meryem’a  ji Minbicê, Arin û Avesta’ya  ji Efrînê, Barîn û Rêvan’a  ji Kobanê, Toprak Çerkez, Hêlîn’a ji Îngiltereyê, Lêgerîn’a ji Arjantînê, Avaşîn’a  ji Efrîqayê û destan’a  ji Tirkiyê ve biparêzin û bi rihê ew jinên ku ewqas aşiqî azadiyê bûn, parastina şoreşa xwe bikin!

Ji hezaran şehîdên me re soza me ev e!

•Em ê welateke demokratîk û azad înşa bikin.

•Ji bo xiyalên nivçe yên bi hezaran zarokên birîndar bûne, mirine û gazî mane bê temamkirin em ê li hemberî hemû êrîşên dijberî me bi zanebûna parastina cewherî ve bibin bersiv.

•Hemû jinên ku aşitî, azadî û demokrasiyê dixwazin bila dengê xwe bidin ser dengê me û em dixwazin tevlî têkoşîna me bibin!

•Em jin, bi  têkoşînkirinê ve mil da hevdû û DAIŞ’ê têk bir! Em ê bi hevre jî faşîzma Erdogan têk bibin!

•Werin em bi hevre bi şiyara  “ AX Û RÛMETA XWE BIPARÊZIN, DAGIRKERÎ Û DAIŞ’Ê TÊK BIBIN” ve ji îşgaliya Erdoxan re binkeftina dîrokî bidin jiyankirin.

•Têkoşîna jiyana azad a gel û jinan wê teqez biserkeve!”

BIJÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINAN!

BIMRE FAŞÎZÎM, MÊTÎNGERÎ Û DAGIRKERÎ!


Mijarên Din