Konseya Ewlehiyê ya NY‘yê têkildarî Sûriyê wê bicive

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara gûrbûna dawî ya li Sûriyê  ya piştî kuştina 33 leşkerên Tirk wê îro civînek awarte lidar dixe.

Li gorî sefîrê Belçîka Mark Beckstein de Boiserviere ku serkêşiya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  dike, tê payîn ku civîna konseyê îro saet 21:00‘an li gorî dema GMT destpê bike.

Civîn li ser banga DYA, Almanya, Brîtaniya, Fransa, Belcîka, Estonya û Komara Domînîk wê pêk were.

Roja çarşemê 9 endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kiribûn ku ji bo agirbest li Idlibê pêk were bixebite.

Li gorî AFP‘ê rayedarên Alamanî ji Antonio Guterres re xwestin biçe Sûriyê, Guterres bi gotina   "Dê encamên wê terz bike û cihê fikran ji Rûsya re çêbike" ev daxwaz red kir.

 


Mijarên Din