Konseya Hevkariyê ya Kendavê gefên dewleta Tirk ên li dijî Îmaratê şermezar kirin

Sekreterê giştî yê Konseya Hevkariyê ya Kendavê Nayif El-Hajraf, daxuyaniyên dawîn ên rayedarên dewleta Tirk ên li dijî dewleta Îmaratê şermezar kirin.

Dr. Nayif Felah Mubarek El-Hajraf gefên rayedarên Tirk  ên li dijî dewleta Îmaratê şermezar kirin.

El-Hajraf bal kişand ser baldariya konseyê ji bo parastina ewlehiya herêmî û careke din dilsoziya dewletên konseyê bi pêkanîna ewlehiya welatên Ereban û redkirina her cure destwerdanên derve di kar û barên hundirîn ên dewletên Ereban de dubare kir.


Mijarên Din