Konseya Katalan piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd ragihand

Konseya Katalan bi daxuyaniyekê peymana di navbera NATO û dewleta Tirk de şermezar kir û got: “Em hestên xwe yên hevgirtinê ya ji bo gelê Kurd û piştgiriya xwe ya ji bo diyarkirina qedera wan diyar dikin.”

Têkildarî peymana di navbera NATO û dewleta Tirk de Konseya Katalan daxuyaniyek da û tê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk di warê binpêkirinên mafên mirovan de gelek caran ceza lê hatiye birîn û peymana ku wê çalakvanên Kurd teslîmî Tirkiyê were kirin jî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew hêvîdar in wê Swêd û Fînlandiya girêdayî demokrasiya xwe bin û hate gotin: “Em hestên xwe yên hevgirtinê yên ji bo gelê Kurd û piştgiriya xwe ya ji bo diyarkirina qedera wan diyar dikin. Em şermezar dikin ku ev maf ji bo armancên polîtîka yên welatên din tên fedakirin.”


Mijarên Din