Koordînasyona Jin a Bakurê û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê lidar xist

Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya sala ya yekemîn li dar xist.

Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya sala ya yekemîn li dar xist. Hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser ên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî hevserokên Rêveberiyên Xweser û 7 rêveberiyên sivîl û nûnerên Kongreya Star, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed û cîgera wê Nujîn Yusif tev li civînê wê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Meclisa Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bendên civînê xwendin. Di nav de nirxandina karê jinê di dirêjahiya salekê de, pêşkêşkirina destkeftiyên jinê û pirsgirêkên ku rastî jinê hatine ji bo ku di pêşerojê de werin derbaskirin û danîna proje û plansaziya sala nû.

Beşdaran xebatên jinê, stengiyên sala derbasbûyî û binpêkirinên ku li dijî wê hatine kirin nirxandin. Her wiha destnîşan kirin ku jinê di piraniya saziyan de çi yên sivîl yan jî leşkerî pêşeng bû.

Di dawiya civînê de 5 projeyên girêdayî jinê hatin erêkirin.  Tevî vekirina navendek tenduristiyê taybet  bi jinê ji bo keşfkirina zû ya panceşêra sing. Vekirina akademiyên girêdayî jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku jin karibe karê îdarî bi şarezayî û tecrube birêve bibe.

Her wiha lidarxistina rêzecivînan ji jinan re li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.  Danîna mekanîzemya koordîneya bi rêxistinên jinan ên li derve re, koordînasyonên jinan ên di hundirê Sûriyê de û vedîtina çareseriyan û amadekirina reşpelika karê taybet bi jinê.

Di dawiya civînê de endamên rêveber ên Desteya Rêveber a taybet bi jinê projeyên hatine pêşkêşkirin erê kirin. Ji bo pêkanîna wan projeyan 8 endamên rêveber li ser asta bakurê Sûriyê hatin pêşniyarkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din