Koordînasyona Kongreya Star 1’ê Gulanê pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku bi têkoşîn û berxwedanê pêşwaziya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran dikin û diyar kir ku ew ê têkoşîna wan heta rizgarkirna Kurdistanê bidome.

Bi wesîleya 1`ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da û teqez kir ku ew ê heta rizgarkirina Kurdistanê ji hêzên kapîtalîzmê, têkoşîna xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Em wek tevger vê rojê pîroz dikin ku roja têkoşîna çînên karker û kedkaran e. Di vê rojê de hemû gelên cîhanê pîroz dikin, em vê rojê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û hemû gelê xwe û hemû kedkar û karkerên bi dest û mêjî ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşin, pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku roja 1`ê Gulanê ji bo bîranîna karker û kedkaran hate hilbijartin ku ji bo diyarkirina seatên kar û başkirina rewşa kar, jiyana xwe ji dest da.

Koordînasyonê di daxuyaniyê de hemû karkerên ku mînakên pêkanîna destkeftiyên mezin in, pîroz kirin û banga bilindkirina têkoşînê di vê rojê de kir da ku azadî, wekhevî û demokrasî li her derê pêk were.

Koordînasyonê pêngava greva birçîbûnê bi serkêşiya têkoşer Leyla Guven silav kir û wiha got: "Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin da ku armancên me pêk werin û tecrîd bişkînin."

Koordînasyonê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em hemû şehîdên Cejna Karkeran bi rêzdarî bi bîr tînin, em vê rojê li gelê xwe yê niştîmanperwer û hêzên karker û kedkar pîroz dikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din