Koordînasyona Kongreya Star derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da

Koordînasyona Kongreya Star di derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan  daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk berpirsê her xeteriyek li ser tenduristiya Ocalan e.” Her wiha bang li tevahiya aliyên navneteweyî yên têkildarî karûbarên girtiyên siyasî kir ku berpirsyariya xwe bînin  cih û zextê li hikumeta Tirk bikin  ji bo ku rewşa Rêber Ocalan eşkere bike.

Koordînasyona Kongreya Star piştî bûyera pêkhatina şewatekê li girava Imraliyê cihê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bibîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk ji 1999`an ve siyaseta xwe ya dermirovî li dijî gelên herêmê di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de didomîne.

Koordînasyonê got: “Dewleta Tirk ji 2011`an ve tecrîdek giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe dike. Bi rêya belavkirina rûdana şewatekê li girava Imraliyê li ser çapemeniya Tirkiyê di asoyan de dîmenên komployek nû diyar dibin.  Dewleta Tirk berpirsa her xeteriyekê li ser tenduristiya Rêber Ocalan e.”

 Koordînasyonê bang li tevahiya aliyên têkildarî karûbarên girtiyên ray kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike. Koordînasyonê diyar kir ku ger ew rêxistin erkên xwe yên hiqûqî û mirovî naînin cih, ew tê wateya ku rêxistinên têkildar di komployek nû de li dijî gelên herêmê di kesayetea Rêber Ocalan de şirîk in.

Koordînasyonê di dawiya daxuyaniya xwe de got:  "Wek Kongreya Star û tevahiya pêkhateyên herêmê ji cihê berpirsyariyên xwe yên dîrokî li hember Rêberê projeya neteweya demokratîk Abdullah Ocalan em bang li tevahiya gelan dikin di serî de jin serî hildin û têkoşînê bilind bikin heya Rêber rizgar  dibe."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din