Koordînasyona Kongreya Star şehîd Zîlan bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava şehîd Zeynep Kinacî di salvegera şehadetê wê ya 24`an de bi daxuayniyekê bi bîr anî

 Koordînsayona Kongreya Star a Rojava şehîd Zeynep Kiancî (Zîlan) di salvegera şehadeta wê ya 24`an de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye: 

"Ji Jina Egîdan e û fermandar re,

Zilan hebûna xwe kir bersiva îmha û înkarkirina hebûna gelê Kurd û gelên bindest. Weke jineke ji dîroka neolitîkê, pîrozî û afirîneriya xwe ji bo jiyana azad û demokratîk bexşand û kire manîfestoyekî. Bû dengê çiya, deşt, rûbar û deryayan da kû berbangê sibeha zarokan azad û xweşikiyê de biteyîse jiyana nû. Hebûna xwe kire zanebûna jiyana azad û têşeya xwe bi fermandariya zemane ve hilgirt û nefesek da vejînê. Eve jina egîdane, dîroknas û fermandar! Li kêliya wê de veşartiye heqîqeta jiyanê, lêgerîna azadiyê û felsefeya naskirinê!

Em berê xwe bidin şopdara azadiyê, lêgerînvana heqîqetê û felsefeya naskirinê.

Çawa ku di sala 1996’ an de li hemberî pêkhatina sûyîqasta Rêbertî bi lêhûrbûneke berfireh û cesareteke mezin ve xwe dorpêç kir û bersiva rihê demê di bedena xwe de kire zanebûn û hebûnekî, da ku serkeftinê bide avakirin û rûpelên dîroka bêbext ji bînî ve hilweşîne. Rih û mejiyê xwe kire yek û çalakiya canbexşane wek kêliyekê azadiyê pêkanî û nemiriniya xwedavendiyê kire taca serê xwe. Bi vê merteba xwedavendiyê ve ji hemû jinên cihanê re bû manîfestoya têkoşîna azadiyê û van hestên xwe di yekbûna tewazûna xwezayê de xiste bangewaziyê û gihande xwezaya civakî.

Rastiya dijminê xwe naskir, bindestî û koledariya gelê xwe jibîrnekir û careke din serkeftina azadiyê ji civaka xwe re kire diyarî. Hebûna xwe di hebûna Rêberê xwe û gelê xwe de dît û ji bo felsefeya jiyana azad, bû xeta berxwedanî û rûmeta hezkirinê. Rêhevala Zilan eşq e û eşqa xwe kire heqîqet û heya ku gihande jiyana azad. Divê mirov wisa bibîne û bixwîne, xwedavenda hemdem.

Ne Hacer û Saraya hz. Îbrahîm, ne Maryama xweşika hz. Mûsa, ne magdelenaya Îsa ne jî  Xatîce û Eyşa hz, Mihemed nikaribûne vê cenga mezin bidin nîşandan. Li hemberî nemrûdên îbrahîm, li hemberî fîrawûnên Mûsa, li hemberî koletiya Romayê û li hemberî cehaletiya îslamê yên hemdemî serê xwe rakir xwedavenda heqîqetê û teslîm nebû destê neyaran. Vala derxist komploya nav-dewletî û berevajî kire herikîna dîroka hezarî salan.

Di rastiya van hest û fikrandinê ve em wek Kongra Star rêhevala zîlan bibîr tînin û li ser esasê wesîleya salvegara wê, rêxistinkirina jinên têkoşer û azad  ji xwe re dikin armanca jiyana azad.

Bi rêya siyaseta demokratîk  înşakirina civaka azad weke berdewamiya bersivdayîna vê dîrokê digrin dest û soza afirandina bi hezaran zilanan didin nîşandan. Bi rêxistinkirina jinên azad têkoşer û berxwedêr ve em bibin şopdarê fermandara xwedavend. Bi wesîleya salvegara şehadeta hevala zîlan ve hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bibîr tînin û soza xwe ya li hemberî şêhîdên jiyana zadiyê nû dikin."

(bx)


Mijarên Din