Koordînasyona Kongreya Star sersaxî ji malbata Kurdê Elî-Izêr re xwest

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Cîgira Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Şengalê Kurdê Elî-Izêr ku di encama nexweşiyê de çû ser dolvaniya xwe bi bîr anî.

Daxuyaniya koordînasyonê wiha ye:

"Cîgira Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Şengalê Kurdê Elî-Izêr di nava têkoşîna azadiyê de bi nexweşiyekê fizîkî koça xwe ya dawî kir. Em wek  Kongra Star ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin û ji hemû heval û hogirê wê re daxwaziya sebir û aramiyê dikin.

Ew jî wek jineke Êzidî di nava zilm û zordariya sîstema desthilatdariya îmha û înkarkirinê de berxwedaniyeke mezin daye meşandin û nerazîbûnên xwe yên li hemberî jin û civaka Êzidiyan bi azweriyeke mezin ve di nava siyaseta demokratîk te daye nîşandan. Ji bo azadî û wekheviyê îfadeya xwe û Ya civaka xwe di nava sîstema netewa demokratîk de dît û xebatên meclîsa Şengalê de ked û bedeleke mezin daye û erka hevserokatiyê de cihê xwe girtiye. Ev bi serê xwe sekin û nêzikatiyeke berxwedêr îfade dike û ji gelek jinên Ezîdiyan re jî bûye mînakek û bûye deng û rûyên jin û civaka bindest û demokratîk ên Êzidiyan.

Li ser vî esasî careke din em hemû şehîdên aştî û demokrasiyê bibîr tînin û sersaxiyê dixwazin. Soza bilindkirina têkoşîna azadiya civakê ji nûve tînîn ziman û em ê bibin şopdarê şehîdên ked, aştî û demokrasiyê."


Mijarên Din