Kordînasyona Ciwanên Kurd a Rojava: Em ê tola Helebçeyê hilînin

Kordînasyona Ciwanên Kurd ya Rojava komkujiya Helepçê şermezar kirin û got: “Em ê tola Helebçeyê hilînin.”

QAMIŞLO

Kordînasyona Ciwanên Kurd ya Rojava bi boneya rasthatina komkujiya Helepçeyê re Baxê Giştî yê bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Ciwanan navê Helebçe bi mûman nivîsîn.

Berdevke Kordînasyona Ciwanên Kurd Amed Memo daxûyanî xwend.

Daxûyanî wiha ye;

“Xwestin gelê Kurd bi awayek fizîkî tine bikin. Ruxmî van êrîşên hovane gelê Kurd her tim li berxwe daye. Beriya 31 sal wekî îro faşîzma diktator Saddam Hisên bi çekên kimyawî êrîşî bajarê Halebçê yê giredayî Başûrê Kurdistanê kir.

Niha jî dixwazin bi heman şêwazan gelê Kurd tine bikin. Bi serkeşiya Serokomarê  dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîp Erdogan, xwest li Efrîn û Cizîra Botan tecrûbeya Seddam Hisen dûbare bike. Lê berxwedana gelê Kurd ev  xwestek vala derxist.

Em wek ciwanên Kurdistanê soz didin hemû şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê ku bi têkoşîn û yekîtiya xwe li hember faşîzmê derbikevin. Tola Helepçe, Geliyê Zîlan, 12’ê Adarê hilînin.

Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li hember faşîzmê berê xwe bidin qada têkoşînê û Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Bijî Yekîtiya Ciwanên Kurd

Bijî Gelê Kurdistan

Bimre Dagirkeriya Ser Kurdistanê”

ANHA


Mijarên Din