Koreya Bakur keştiyeke Rûsyayê girtiye

Ajansa Reutersê li ser zimanê balyozxaneya Rûsyayê ya Pyongyangê ragihand ku ev hefteyek e Koreya Bakur keştiyeke nêçîrê ya Rûsyayê tevî 17 endamên wê bi tawana ku sînorên deryaya herêmî ya Koreya Bakur binpê kiriye, girtiye.

Balyozxaneya Rûsyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku di 17`ê Tîrmehê de endamên parastina sînor ya Koreya Bakur keştiyeke nêçîrê ya Rûsyayê girt, ji ber ku sînorên têketin û mayîna li xaka Koreya Bakur binpê kirine.

Her wiha diyar kirin ku keştî û 17 endamên wê, ku 15 kes Rûsî ne û 2 ji Koreya Başûr in û keştî li bendera Wonsan e. Her wiha hate tekezkirin ku kaptan û alîkarên wî û 2 kesên ji Koreya Başûr çûn, yek ji hotelan û yên din di keştiyê de man.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dîplomatên Rûs li konsolosxaneya Rûsyayê li Koreya Bakur 2 kesên ji endamên keştiyê dîtin û ew di rewşeke baş de ne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Balyozxaneya Rûsyayê hîna bi hikumeta Koreya Bakur re di nav hevdîtinan de ye û tedbîrên pêwîst ji bo çareserkirina vê rewşê digire."

Li aliyekî din, Koreya Başûr şevê din bi sedan guleyên hişyariyê bi aliyê balafira Rûsyayê de ku sînorê xwe yê esmanî binpê kiribû, avêtin, lê Rûsyayê diyar kir ku wê binpêkirina sînorê esmanî nekiriye.

(jo)


Mijarên Din