Koriya Bakur ji Pompeo xwest ku ji danûstandinan vekişe

Ajansa AFP`ê ragihand ku Koriya Bakur xwest ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji danûstandinên der barê dosya nûklerî yê di navbera Washington û  Pyongyang de  vekişe.

Midûrê Giştî yê Karûbarê Amerîka ya di Wezareta Karê Derve yê Koriya Bakur Kun Jung-gun got: "Ez tirsim ku Pompeo careke din beşdarî danûstandinan bibe, ji ber wê careke din danûstandin têk biçe."

Kun Jung-gun bi berdewamî got: "Eger careke din diyalog bi DYA re bê çêkirin, hêvî dikim ku Pompeo ne di danûstandinan de be."

 (jo)


Mijarên Din