Korona gihîşt Xezayê û metirsî ji ber karesatên mirovî hene

Vîrusa Korona li gelek dewletên cîhanê belav bûye, ji wan jî Misir û Îsraîl. Gelek saziyên navdewletî diyar kir ku gihaştina vîrusê ji Xezayê re tê wateya ku gelek karesatên mirovî çêbin, ji ber ku binesaziya tenduristiyê hilweşiyaye. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku yekem kes bi vîrusê ketiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê duh yekem nexweşê bi vîrusa Koronayê ketiye, ragihand. Ji ber wê jî metirsî di nava şêniyan de belav bûn piştî ku vîrus gihîşt Xezayê û tu derfet û tedbîrên wan ên tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina vîrusê tune ne.

Duh li Xezayê kombûn hatin qedexekirin û cihên giştî hatin girtin. Ev yek piştî ku Misirê û Îsraîlê deriyên bejahî bi Xezayê re girtin, pêk hat. Deriyên hatine girtin; deriyê Refeh El-Misrî û deriyê Îriz in ku di bin serweriya Îsraîlê de ye.

Li Xezayê 2 hezar kes di malên xwe de di karantînayê de ne û li navendên karantînayê 2 kes nexweş in.

Ji ber 14 salan ji dorpêça Îsraîlê, 3 şerên Îsraîlê, aliyê tenduristiyê li Xezayê hilweşiyaye. Tu alavên pêwîst ji bo rewşên tenduristî yên awarte, tune ne. Her wiha li Xezayê tu alavên pêşketî yên lêkolînkirina vîrusê tune ne.  Ev hemû dihêle vîrusa Korona li gel niştecihên Xezayê bibe tirseke mezin nemaze ku 2 kes bi vîrusê ketine.

Metirsiyên şêniyên Xezayê, ji ber ku vîrus gihîştiye hemû eniyên li ser tixûbê Xezayê. Hikûmeta Filistînê li Dufa Xerbî 53 nexweş qeyd kirin. Her wiha li Îsraîlê 705 kes nexweş in û kesek mir. Li Misirê 10 mirî hene. Ev yek metirsiyan li gel şêniyên Xezayê çêdike, ji ber çûn û hatin û veguhastina nexweşan di navbera Xeza, Dufa Xerbî, Îsraîl û Misirê de çêdibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyekê de diyar kir ku berdewama dorpêça Îsraîlê hişt ku herêm ji xizmeta tenduristiyê bê par bimîne û derfetên tenduristî û mirovî tune ne.

Her wiha gerîndeyê Nivîsgeha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Xezayê Abdulnasir Sibuh got rêxistin amadekariyan dike ku alavên pêwîst peyda bike da ku destekê bide aliyê tenduristiyê û li pêşiya vîrusa Korona bisekinin.

METIRSIYÊN ÎSRAÎLÊ HENE KU VÎRUS LI XEZAYÊ BELAV BIBE

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê li ser zimanê çavkaniyên fermî ji hikûmeta Îsraîlê ragihand ku metirsiyên mezin li gel hikûmetê hene ku vîrus li Xezayê belav bibe.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ku Îsraîl baş dizane ku aliyê tenduristiyê li Xezayê hilweşiyaye û tu derfet li gel wan tune ku li pêşiya vîrusê bisekinin. Ji ber wê derfet da ku alîkariyên tenduristî ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatine  pêşkêşkirin, derbasî Xezayê bibin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din