Korona li cîhanê berbelav dibe… tevlihevî û krîzê bi xwe re tîne

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine, zêde dibe û dewletên cîhanê bergiriyên pêwîst digirin.

Heta niha hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaştiye 169 hezar û 658`an û hejmara kesên pê mirine jî gihaştiye 6 hezar û 518’an.  Lê kesên ji nexweşiyê rehet bûne jî 77 hezar û 779 e.

Îro Komîteya Neteweyî ya Çînê da zanîn ku duh 16 haletên nû belge kirine lê roja şemiyê 20 kes bûn. Bi giştî hejmara kesên li Çînê bi vîrusê ketine, gihaştiye 80 hezar û 860 kesan.

Li Tirkiyê  jî îro wezîrê tenduristiyê Fahrettîn Koca got li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 18`an. 

Berpirsên tenduristiyê jî got îro Koreya Başûr 74 haletên koronayê belge kirine û bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine, gihaştiye 82 hezar û 36 kesan û hejmara kesên mirine jî 75 e.

Duh hejmara kesên li Îtalyayê bi vîrusê mirine gihaşt 368 kesan, li Îtalyayê jî kesên bi vîrusê ketine gihaşt 24 hezar û 747 kesan û kesên jiyana xwe ji dest daye jî gihaştiye hezar û 809 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Japonyayê jî ragihand ku li deverên cuda ên welat 15 cihên ku vîrus lê berbelav bûye, diyar kirine. Li gel vê yekê ajansa Kyodo ya Japonyayê li ser esasê belgeyeke wezaretê ragihand ku mezintirîn devera vîrus lê belav bûye li herêma Osaka ye ji ber zêdetirî 50 halet hene.

Li Îsraîlê jî hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaşt 250’yan.

Îro serokê Şaredariya New Yorkê parve kir ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê ji îro ve dibistanên fermî yên li bajar têne girtin.Li dibistanên fermî derdora 1,1 milyon xwendekar dixwînin.

Îro Banka Navendî ya Amerîkayê ragihand ku wan der barê îdiayên belavbûna vîrusê de gelek bergirî girtine û parastina qada darayî dikin û faîza qerdan daxistin sifirê.

FRANSA: REWŞ BI FIKAR Û XERAB E

Li Fransayê jî hejmara dengdanên roja yekşemê ne amade bûn ku dengê xwe bidin gera yekemîn a hilbijartinên şaredariyan li Fransayê.

Navenda Çavdêriyê texmîn kir ku kesên beşdarî dengdayînê nebûna di navbera ji sedî 54 û 56 in, tevî ku rêjeya kesên beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên dawîn ku 2014`an bi rê ve çû, ji sedî 36, 45 kesan bû.

Desthilata Fransayê anî ziman ku berlavbûna vîrusa Koronayê cihê metirsiyê ye û zû belav dibe.

Dadgehkirina serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diviyabû roja sêşemê pêk bihata lê ji ber tawana gendeliyê du mehan hate paşxistin û ragihandin ku ji ber tirsa vîrusa Koronayê ev yek pêk hatiye.

Li milekî din jî duh serokê Venezuelayê Nicholas Maduro ragihand ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê wan biryara sekinandina karê bazirganiyê daye û ji îro ve welatî li şeş dewletan û li paytext Caracasê li malên xwe bimînin, daye.

Duh desthilata Îranê serdana heciyan ji gora Îmam Riza ya li bajarê Meşhed qedexe kir û bang li welatiyên kir ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê ji malên xwe dernekevin. Li Îranê zêdetirî 700 kes ji ber vîrusê mirine û derdora 14 hezar kes jî bi vîrusê ketine.

Malperên çapemeniyê jî ji Meclisa Pisporan a Îranê diyar kir ku nûnerê Tehranê yê li meclisê Ayetullah Haşim Battahi Kalbakyani îro wefat kir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Desteya Tenduristiyê rewşa awarte ragihandiye û kadroyên tenduristiyê ketine amadebaşiyê de, li gel vê yekê nuqteyên tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin û bang li gel kirin ku heke rewşeke wiha dîtin an jî bihîstin, yekser berê xwe bidin nuqteyekê.

Her wiha îro rayedarên Amerîkayê kifş kir ku derziya aşlekirina vîrusê ceribandine.

(eh)


Mijarên Din