Koronavîrus… hejmara miriyan kêm dibe

Belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê didome û piştî zextên navneteweyî  Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê soza têkbirina vîrusê, da.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li cîhanê heta niha gihaşt 4 milyon û 989 hezarî, ji wan milyonek û 950 hezar kes baş bûne û 325 hezar kes mirine.

Lê li beramberî van agahiyan agahiyên xweşbîn jî hene ku hejmara kesên ji vîrusê baş dibin, zêde dibe û ya miriyan kêm dibe.

Gerînendetiya Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Gebreyesus  duh soz da ku ew ê berdewamkirina hemleya cîhanê ya têkbirina Koronavîrusê bidomînin. Ev yek piştî serokê DYA’yê Donald Trump gef xwar ku ew ê desteka ji rêxistinê re bisekinîne û ji endamtiya wê vekişe, pêk hat.

bx


Mijarên Din