Koronavîrus ji nû ve li Îran û DYA`yê belav dibe

Belavbûna Koronavîrusê didome. Li Îran û DYA`yê careke din hejmara nexweşan bilind bû û hejmareke zêde li Rûsyayê hate qeydkirin.

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) li tevahî cîhanê bûye 3 milyon û 820 hezar kes, ji wan 1 milyonek û 303 hezar kes baş bûn û 265 hezar kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku 387 kesên din bi vîrusê ketin û 17 kes mirin.

Li Cezaîrê 159 nexweşên nû hatin qeydkirin û 6 kesên din mirin.

Li Iraqê di nava 24 saetên dawîn de 49 kes bi vîrusê ketin.

Li Behreynê 122 nexweşên nû hatin qeydkirin û di nava 24 saetan de 98 nexweş baş bûn.

Li Erebistana Siûdî di nava 24 saetên dawîn de hezar û 687 kes bi vîrusê ketin, bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê bû 31 hezar û 938 nexweş.

Li Mexrîbê 163 kesên din bi vîrusê ketin û hejmara giştî ya nexweşan bû 5 hezar û 382 kes.

Li Qeterê 830 nexweşên nû hatin qeydkirin û hejmara nexweşan bû 17 hezar û 972 kes.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkins, li DYA`yê zêdetirî 2 hezar kes di nava 24 saetan de mirin û hejmara giştî ya miriyên ji ber Koronavîrusê bû 73 hezar .

Li Berazîlê hejmara nexweşan di nava 24 saetên derbasbûyî de bû 10 hezar û 503 kes û 615 mirî. Li gorî daneyên dewletê bi giştî 125 hezar û 218 kes bi vîrusê ketine û 8 hezar û 536 kes mirine.

Li Birîtanyayê hejmara miriyên ji ber Koronavîrusê bû 30 hezar û 76 kes. Li Îtalyayê 369 kes mirin û hejmara giştî ya miriyan bû 29 hezar û 684.

Li Hollandayê 36 kesên din di nava 24 saetên dawîn de bi vîrusê ketin.

Îranê ragihand ku hejmara nexweşên Koronavîrusê bû 101 hezar û 650 nexweş.

Li Rûsyayê jî hejmara nexweşên Koronavîrusê bi awayekî zêde bilind dibe, duh zêdetirî 10 hezar kes bi vîrusê ketin.

(bx)


Mijarên Din