Koronavîrus...4 milyon û nîv derbas kir û 300 hezar mirî hene

Li seranserî cîhanê hejmara pêketin û miriyên pandemiya Koronavîrusê zêde dibe, di heman demê de heta niha tevahî hewldan û kedên ji bo dîtina dermanek ji vê pandemiyê re bi bin ketin.

Li gorî bîlançoya dawîn a WHO’yê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine gihîşt 4 milyon û 629 hezar û 407 kes, jê 308 hezar û 676 mirine û milyonek û 761 hezar û 62 jî baş bûye.

Di çarçoveya hewldanên ji bo dîtina dermanek ji vê pandemiya kujer re, gerînendeyê berê yê şîrketa Glaxo Smith Kline, Minsif El-Silawî yê ku piştevaniya di rêvebirina kedên Amerîkayê yên dîtina dermanekî de dike xweşbîniya xwe anî ziman û wiha got: "Em texmîn dikin ku dê bi sedan milyon qurçeyên Koronavîrusê bi hatina dawiya 2020’an de pêşkêş bikin."

El-Silawî wiha domand: "Min di vê dema dawîn de detayên zû yên tecrûbeya dermanê Koronavîrusê şopandin, van detayn jî hişt ku bi baweriyeke zêde bihesim ku dê bi sedan milyon qurçeyên aşle di dawiya 2020’an de pêşkêş bikin."

Kanala Fox News a Amerîkayê ji reşnivîsa nameyekê bi bîr xist ku rêveberiya serok Donald Trump piştî ragihandina Trump a rawestandina alîkariya welatê wî ji WHO’yê re beriya mehekê, dê ji nû ve piştevaniya WHO’yê bi awayekî perçeyî bike. Her wiha rêvebirina alozî û yekaliya bi Çînê re tewanbar kir ku bi bin ketiye.

(fr)


Mijarên Din