Koşka Spî bi rêya Swîsreyê hejmara telefona Trump dide Îranê

Televîzyona CNN îdia kir ku Koşka Spî bi berpirsên Swîsreyê re ketin nav dan û standinan da ku hejmara telefonê bidin îraniyan ku bi telefonê li serokê DYA’yê Donald Trump bigerin.

Çavkaniyekî dîplomasiyê ji televîzyona CNN re got Koşka Spî bi berpirsên Swîsreyê re ketiye nav dan û standinan da ku hejmara telefonê bidin îraniyan ku telefonî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bikin, eger Îran ji Swîsreyê bixwaze.

Her wiha Meclisa Ewlehiya Neteweyî bersiva CNN’ê neda. Trump di civîna çapemeniyê de roja pêncşemê wiha gotibû: "Ez dixwazim îranî telefonî min bikin, eger bikin em ji bo axaftina bi wan re amade ne."

(jo)


Mijarên Din