Kosova malbatên DAIŞ’iyan ji Sûriyê vedigerîne

Ajansa Reutersê ragihand ku balafirekê jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên welatiyên Kosovayê yên li Sûriyê di saetên sibê de veguhestin Kosovayê.

Wezîrê dadê yê Kosovayê Abelard Tahîrî li balafirgehê got plansaziya ji bo vegera hinek welatiyên ji Kosovayê li Sûriyê bi ser ket. Her wiha destnîşan kir ku îro bi civîneke çapemeniyê dê hemû detayên vegera wan diyar bikin.

Polîsên antîterorê avahiya baran a li Balafirgeha Birîtîna parast û balafireke ala Amerîkayê li serê, li balafirghê hat dîtin.

Zêdetirî 300 welatiyên Kosovayê (jin, mêr û zarok) piştî 2012`an berê xwe da Sûriyê da ku tev Ii çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst bibin û nêzî 60 zilaman li aliyê komên çete şer dikir.

Polîsan nêzî 150 jin û zarok ji wan nêzî 60 zarokên ku di şer de hatine dinê û piştî têkçûna DAIŞ`ê hatin girtin.

(bx)


Mijarên Din