"Kostek" kevneşopiyek e ku têkiliyên hezkirinê geş dike

Civaka Kurd parastina kevneşopiyên xwe dike. Hem têkiliyên di navbera mirovan de xurt dike û têkiliya civakî bi jîngeha û xwezayê re xurt dike.

Di civaka Rojhilata Navîn de gelek adet hene, bi pêşketina civakan re hin ji wan rabûn, hin man. Civaka  Kurd her çiqasî li gorî hin alî û jîngeha erdnîgariyê were guhartin jî, lê dîsa wekî civakên din hîn jî  adetên xwe yên kevnar parastiye.   

Gelek adet girêdayî têkiliya mirov bi civakê re, bi hev re û bi têkiliya civakê bi xwezayê ve girêdayî ne.

Ji adetên ku hîn jî civaka Kurd parastiye bi navê Kostek e. Ji bo zarokan teşwîqî meşê bikin tê kirin.

Dema ku zarok  derengî bimeşe, xelk ji bo zarokên wan zû bimeşin, wekî şahiyekê li dar dixînin û kostekê wî an jî wê zarokê diqetînin.

KOSTEK DIRANDIN ÇI YE?

Adeta kostekê bi kurtayî wiha ye; xelk û cîranan tên vexwendin, lingên zarok bi tayekî girê didin. Şekir û şêranî dixin dawa zarok û paşê ji zarokekî dixwazin ku wî tayî bi cawbirê biqetîne, şekiran birevîne û zarokên din jî bidin pey wî.

Peyva kostek bi zimanê kurdî tê wateya"Girêdanê" an jî tiştê ku pê tiştek tê girêdan. Ev adet dihêle xelk û cîran li hev kom bibin, hezkirin û hevgirtinê di navbera xwe de xurtir bikin û kêfxweşiyê dixe dilê zarokan.

Adeta kostekê di nava Kurdên li herêma Efrîn û Kobanê berbelav e, lê xelkên Cizîrê zêde vê adetê nas nakin.

Welatiya bi navê Rebîa Nesan (85)  a ji bajarê Kobanê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê ji mala xwe derket û tevî malbata xwe li navçeya Tirkbespiyê ya kantona Qamişlo bi cih bûn. Rebîa Nesan hîn jî kosteka zarokên xwe diqetîne û hemû adetên civakî diparêze.

Rebîa da zanîn ku adeta kostekê ji kevntirîn adetên civaka Kobanê ye, ji bapîr û dapîrên xwe girtine, ji ber vê yekê dema zarokên wan zû nameşin, lingê zarok girê didin û wî an wê zarokê teşwîqî meşê dikin.

Rebîa destnîşan kir ku cîran û xelkên têne vexwendin, paşê lingê zarok girê didin, şekir û şêranî dixin dawa zarok. Paşê zarokek wî tayî qut dike (xort tayê bi lingê xort ve qut dike, keç tayê lingê keçê ve qut dike) û paşê şekiran direvîne û zarokên din bi hewldana girtinê didin pey û piştre zarok li hev rûdinin û şêraniyê didin hev du.

Rebîa diyar kir ku li aliyekî ew parastina adetê dikin û li aliyê din jî kêfxweşiyê dixin dilê zarokan û cîran li hev dicivin. Ji ber vê yekê ev adeta civakî hîn jî berbelav e, dibe ku li gorî herêman rê û rêbaz cuda be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din