Kouchner li Îsraîlê ye, peymana serdemê girîngtirîn dosyayên nîqaşê ye

Reuters li ser zimanê berdevka balyozxaneya Amerîkayê li Qudsê ragihand ku şêwirmendê serokê Amerîkayê û zavayê wî Jared Kouchner di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de gihaşt Îsraîlê. Tê texmînkirin ku plana aştiyê ya Amerîkayê ji bo nakokiya Îsraîl û Filistînê bibin mijara serlêdanê.

Reuters balkişand ku tê payîn Kouchner di serdana xwe de bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re were ba hav, lê deteyên serlêdanê nehatin eşkerekirin.

Berdevka balyozxaneyê tekez kir ku şêwiemendê serok Trump piştî serdana wî ya kurt ji Mexrib û Urdinê re gihaştiye Îsraîlê.

Nûnerê Trump ê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt û nûnerê Amerîkî yê taybet Li Îranê Brian Hook ê ku wek endezyarê sereke yê plana aştiyê ya ku tê payîn were eşkerekirin tê hesibandin, tev li gera Jared Kouchner a Rojhilata Navîn bûne.

Ji ber hilbijartinên Îsraîlê ragihandina plana aştiyê hate paşxistin. Tê payîn ku ji ber geşedanên siyasî yên dawî li Îsraîlê dîsa were paşxistin.

Reuters destnîşan kir ku hikumeta Filistînê plana aştiyê red dike û wekî  helwestên serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî eşeker ji bo berjewendiyên Îsraîlê ne dibîn. 

Rêveberiya Trump Qudsê wek peytexta Îsraîlê ragihand û balyozxaneya xwe veguhest wir. Her wiha bi sedan milyon dolar alîkariyên Amerîkayê ji Filistînê re rawestand.

Li Urdinê jî kiralê Urdinê Abdullah El-Sanî (duyemîn) di serdana Kouchner de duh tekez kir ku ji bo pêkanîna aştiyek daîm û giştî li ser bingeha cudakirina her du dewletan bi şêwazekî ku avabûna dewletek Filistînî serbixwe û peytexta wê Qudsê Rojhilat e pêwîst e.

Tê payîn ku DYA`yê aliyên aborî yên plana aştiyê di kongreyekê de li Behrênê 25-26`ê Hezîranê pêşkêş bike. Rayedarên filistînê ragihandin ku ew kongreyê boykot dikin.

(rf/şx)

 


Mijarên Din