Kouchner pêngava destpêkê ya"Hevpeymana serdemê" kifş kir

Şêwirmendê Koşka Spî Jared Kouchner plana serokê Amerîkayê Donald Trump a çareserkirinê ku bi navê(Hevpeymana serdemê)tê naskirin, kifiş kir.

Kouchner zavayê serok Amerîkayê DonaldTrump bi ajansa Reutersê re got:"Heke ev plan baş were pêkanî, wê berhemê aborî yê herêmî, bû duqat, her wiha wê li Dufa El-Xerbiyê û Xezayê rê li pêşiya bi milyonan derfetên kar vebibin, her wiha dê rêjeya bêkariyê ku ji sedî 30 kêm bike û rêjeya xizaniyê dê kêm bibe."

Reutersê diyar kir ku rayedarên Amerîkayê gotin: “Plana serok Donald Trump da ku piştgiriya aboriya Filistînê, dewletên erebî yên cîran bike û kerîdaorekê di navbera Dufa El-Xerbiyê û Xezayê de veke, banga avakirina sendoqek istismarat cîhanî dike.”

Li gorî Reutersê, plan ji 179 projeyên ji bo binsaziya bingehîn û beşên karkirinê pêk tê û herwiha  bi rêya Îsraîlê ku Dufa bi Xezayê ve girê bide, rêyeke ku bi lêçûna 5 milyar dolaran e pêşniyar dike.

Di vê çarçoveyê de tê payîn ku Jared Kouchner planê di kongerya navdewletî ya di vê hefteyê de dê li Behrînê were lidarxistin pêşkêş bike, her wiha  DYA`yê dê parçebûna aborî ya bi plana aşîtiya ya di navbera Îsarîlê û Filistînê ve girêdayî ye kifş bike.

Raporên çapemeniyê yên berê bibîrxistin ku plana aşîtiyê ya Amerîkayê ya têkildarî şerê Filistîn û îsraîlê, ku bi navê"Hevpeymana serdemê"Tê naskirin, dê bi dehan milyar dolaran ji istismarata li Dufa, Xeza û dewletên li herêmê pêk bîne.

Heman raporan diyar kirin ku heta deh salên din, ji bo Dufa El-Xerbiyê û Xezayê 25 milyar dolar hatiye veqetandin, her wiha li Misr, Urdun û dibe ku li Lûbnan jî be nêzî 40 milyar hatiye veqetan.

Hêjayî bibîrixistinê ku desthilata Filistînê ragihand ku dê beşdarî vê kongeryê bibe û plana Amerîkayê ya aşîtiyê, ji ber ku li gorî  Îsraîl e wekî ku dibêje, red kir.

(eh)


Mijarên Din