Kovara Fransî ku Erdogan bi qirkirina etnîk li dijî Kurdan tawanbar kir, hate xelatkirin

Komeleya Çapemeniya Biyanî, xelata çapemeniyê ya navdewletî ya mezin ji bo sala 2019’an diyarî kovara Le Point ya Fransî kir. Le Point di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bal kişandibû ser polîtîkayên Erdogan û wiha nivîsîbû: "Tirkiye û çeteyên wê qirkirina etnîk li dijî sivîlan pêk tînin."

Kovara Fransî Le Point serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi "pêkanîna qirkirina etnîk" tawanbar kir.

Kovara Fransî manşêteke xwe bi wêneyê Erdogan dema ku silava leşkerî dide, belav kir û wiha nivîsî: "Qirkirina etnîk şêwazê Erdogan e, gelo ji bo gefan li Ewropayê bixwe, destûrê dixwaze?"

Erdogan bi rêya parêzerên xwe kovara Fransî gilî kir.

Gelek siyasetmedarên rojavayî ku di nava wan de qanûnzanên Ewropayê û endamên Kongreya Amerîkayê hene, plana Tirkiyê şermezar kir. Her wiha tekez kirin ku Tirkiye li dijî Kurdên Sûriyê li herêmên ku dagir kirine, dixwaze qirkirina etnîk pêk bîne.

(cx)

 


Mijarên Din