Kovareke Amerîkî hewldanên Rûsya, Çîn û Îranê li Efganistanê eşkere kir

Kovareke Amerîkî hewldanên Rûsya, Çîn û Îranê yên xurtkirina hêza xwe li Efganistanê piştî vekişîna Amerîkayê, eşkere kir.

Kovara “News Week” a amerîkî pêwendî bi berpirsên 3 dewletên navborî re kir da ku planên wan der barê geşedanên li Efganistanê nas bike.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Andrei Rudenko ji kovarê re got: "Paşdeketina rewşa Efganistanê gefên yekser li ser Asya Navîn çêdike."

Têkildarî tecrûbeya Moskov bi Turkmenistanê re ya li ser sînorê Efganistanê Andrei Rudenko wiha axivî: "Ew nîqaşek di aliyê ewlehiyê de ye û girêdayî gef û astengiyên hevbeş e."

Her wiha baylozxaneya Rûsyayê li Efganistanê wiha got: "Em pêwendiyên siyasî bi aliyê efganî re çêdikin. Di nav de pêşwazîkirina şandeyên ji hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîban."

Girêdayî têkiliya Çînê bi Efganistanê re, kovarê got ew vedigere sedsalên borî dema ku Kabul navendeke girîng a li ser rêya Herîr a ji Çînê heta Asyayê.

Kovarê diyar kir ku Bekîn metirsiyên xwe ji ber tevlîheviya li ser sînorê Efganistanê ya li ser sînorê herêma Xinjiang aniye ziman.

Girêdayî têkiliya di navbera Efganistan û Îranê de kovarê ev tişt got: "Hê jî di hin aliyan de kûr e. Ji ber ew ne tenê di aliyê dîrokê de girêdayî ne, lê belê di aliyê çandî û ziman de jî girêdanek heye."

Serokê nivîsgeha çapemeniyê ya şandeya Îranê li NY`yî Şarûx Nazimî jî diyar kir ku Tehran dixwaze beriya her tiştî bighêje çareseriyeke diplomatîk li Efganistanê.

Her wiha kovarê piştrast kir ku li Îran jî weke Rûsya civînên hundirîn ên aliyên efganî hatine lidarxistin.

(bx)


Mijarên Din