Kovareke amerîkî :Putin di lîstika bi Erdogan re bi ser ket

 Kovara Amerkîyî ya Foreign Policy bi bîr xist ku serokê Rûsya Vladimir Putin di xapandina hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan de bi ser ket. Nîşana vê yekê jî firotina moşekên rûsî û destwerdana di kar û barên Sûriyê ye.

Kovara Amerîkayê Foreign Policy gotara mamosteyê têkiliyên diplomatik ê li zanîngeha  Lehigh, Henry Parkey belav kir.Heney bersiva dahurandinên berê yên hevalê xwe Stevn Kok, ku di heman kovarê de belav kiriye da. Stevn got, Erdogan wekî lîstoka bi kemanê bi Washington dilîze.

Henry Parkey dîbîne ku Putin ê ku bi heta radeyekê bi Erdogan dilîze.

Heney Parkey behsa serdana dawîn a Erdogan ji Rûsya re kir û dema Putin balafir û teqemiyên rûsî pêşniyar kir, di nav de balafirên"Su - 35" û "Su- 57" in ku gelek kes wekî pêşbirka bi balafirên"F-35"dibînin.

S-400

Piştî Enqere sîstema moşekên parastina asmanî yên"S-400" wergirt, Erdogan serdana Moskowê kir. Washington bidestxista sîstema"S-400"wekî derfeta Rûsya ji naskirina kilîta balafirên"F-35"dibîne û ev jî ewlehiya bernameyê balafiran bi temamî dixe xeteriyê.

Kanala El-Hura ragihand ku nivîskarê gotarê dibîne ku Enqere ne tenê ku dixwaze balafirên"F-35" bikire, di heman demê de hevkara çêkirina wê ye jî, ev jî tê wateya ku ji ber pisporiya çêkirina çekan dê bi milyarên dolan werbigere.

Tirkiyê kirîna sîstema parastina asmanî ya Rûsya berdewam dike, di encamê de bi  Washington re bi nakok e û Enqere dûrî bernameyê çêkirina balafirên nifşên pêncan"F-35" dixe.

Her wiha biryarê hişt ku Tirkiyê bikeve nava tengaviyan de, nîşana wê jî Enqere nema dikare balafirên xwe yên kevn nû bike û herî girîngtir derfeta bidestxistina teknolojiya û qezenckirina bi milyarên dolan wenda kir.

Henry Parkî dibêje ku yê ku milyarên dolaran qezenc bike û di astengkirina têkiliyên du kesên di NATO`yê de anku Tirkiyê û DYA`yê bi ser bikeve, dê Putin be.

Dema Putin serdana Erdogan kir, Erdogan behsa kirîna balafira rûsî kir ev jî li gorî gotara Vorn Polîsî, nîşana nakokiyên bi DYA`yê re ye.

Dosya Sûriyê

Di milekî din nîvîskarê gotarê dibîne ku rastî li ber çavên her kesî ew e ku Erdogan û Putin der barê dosya Sûriyê, bi nakok in û êdî eşkere bûye.

Nivîskar dibêje ku hevpeymana di navbera Tirkiyê û Rûsya ya têkildarî pêşeroja parêzgeha Idlibê, piştî rejîma Sûriyê herêm bi dest xistin, pê re jî parastina sivîlan bike û nuqteyên Tirkiyê yên li herêmê têk bibe, dest bi  hilweşandinê kiriye.

Hemû dane pêşdeçûna hêzên Sûriyê li dijî hevalbendên Tirkiyê û hevkarên wê, nîşana xurtkirinê ne.

Nivîskarê gotarê destnîşan kir ku piştî vegera Erdogan li Enqereyê û di heman demê de çapemeniyên alîgirên wî der barê destkeftiyên wî li Moskowê propogenda dikirin, Sûriyê topbarana li ser Idlibê careke din destpê kir.

Li gorî gotarê, diyar kir ku Putin xweş zane çawa bi Erdogan bilîze, baş pê re têkilî danî, wî li ser cilika sor pêşwazî kir, hişt ku alavên Rûsya yên leşkerî biecibîne, tene bo careke din fîşarê li Sûriyê bike.

(eh)

 

 


Mijarên Din