KPC-D a Helebê dewreyek din a mamosteyan bi dawî kir

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê dewreya perwerdeyê ya bi tevlêbûna 36 mamosteyan a bi navê "Şehîd Denîz" bi dawî kir.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê bi tevlîbûna 36 mamosteyan dewreyeke perwerdeyê ya pedegojî vekiribû. Dewreya bi navê "Şehîd Denîz" hatibû vekirin ku 30 rojan dewam kir. Di dewreyê de her wiha waneyên li ser dîroka Sûriyê ya nû, jineolojî û şoreşa 19‘ê Tîrmehê jî hatin dayîn.

Dewreya perewerdeyê îro bi merasîmekê bi dawî bû. Endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî, gaziyên şer û malbatên mamosteyên tevlî perwerdeyê bibûn, amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rojîn Qelender axivî û bi dawîkirina dewreyê li mamosteyan pîroz kir û rola mamosteyan di avakirina nifşan de destnîşan kir.

Mamosteyên tevlî perwerdeyê bibûn stranên folklorî gotoin. Her wiha koma Hêvî ya Dîlanan û koma Kulîlkên Efrînê yên navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo stran û dîlan pêşkêş kirin.

Merasîm bi stranên şoreşgerî yên endamên Yekîtiya Hunermendan bi dawî bû

ANHA


Mijarên Din