Kremlin ji Erdogan re: Divê sînorek ji komên radîkal ên li Idlibê re bê dayîn

Îro Rûsya fikarên xwe ji êrîşên komên radîkal li Idlibê anî ziman û ji Tirkiyê xwest ku sînorekî ji wan re dîne.

Îro Kremlin got serokê Rûsyayê Vladimir Putin metrisyên  wî êrîşên komên "radîkal" li parêzgeha Idlibê li Sûriyê  hene û divê ji wan re sînorek bê dayîn.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov bi rêya telefonê ji rojnamevanan re got: "Putin  gelek caran got ew metirsiyên hevalên me yên Tirk fam dike. Lê di heman demê de serok bi xwe ji tevgera endamên terorîst ên li Idlibê bi fikar e û divê sînorek ji wan re bê dayîn û tune bibin."

Vladimir Putin û hempêşiyê xwe yê Tirk Receb Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê girêdayî rewşa Idlibê axivîn.

Buroya Serokatiyê ya Tirkiyê bi bîr xist ku Erdogan roja Înê Putin agahdar kiriye ku êrîşên artêşa Sûriyê yên bi desteka Rûsyayê li bakur rojavayê Sûriyê ewlehiya Tirkiyê dixe xeteriyê.

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov îro ragihand ku Vladimir Putin piştî serdanan hola balafirgeha navdewletî Meks 2019, dê sibe civînek dualî bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re li dar bixe

Tê payîn ku Erdogan ji bo mayîna nuqteyên çavdêriyê û parastina hebûna xwe li herêmê tazîmatan bide. Hindek din jî dibînin ku Putin dê daxwaza Tirkiyê di mayîna nuqteyên çavdêriyê de  li herêmên her du gundewarên Hema û Idlibê, ku Rejîma Sûriyê di vê dawiyê de ji nû ve kontrol kirine red bike.

(şx)


Mijarên Din