Krîza hikumetê ya Iraqê didome… 4 koman erkdariya Ednan El-Zirfî red kir

Piştî ku 4 partiyên şîî red kir ku Ednan El-Zirfî hikumeta demkî ava bike, careke din qeyrana aloziya Iraqê kete rojevê.

Duh piştî serokkomar Berhem Salih, Ednan El-Zirfî erkdar kir, îro 4 komên siyasî yên şîî yên Iraqê erkdarkirina Ednan El-Zirfî red kir.

Piştî civîna Koalîsyona Fetihê, Îtîlafa Dewleta Qanûnê, Koma Hevpeymana Neteweyî û Koma Tevgera Neteweyî daxuyaniyeke hevbeş ragihand û wiha got: "Em vê rêgehê û derencamên erkdariyê red dikin, bi armanca sekinandina vê biryara heke bibe dê gefan li aştiya gelan bixwe û hevgirtina neteweyî belav bike, hemû pîvanên qanûnî û siyasî bi kar tînin."

Di heman çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo şertên piştgiriya Ednan El-Zirfî diyar kirin û bi twittekê ragihand ku iraqî hikumeteke parastina serweriya welat bike, pêwîstiyên girîng dabîn bike, parastina mafên mirovan bike û dûrî gendeliyê be, dixwazin. Her wiha heke El-Zirfî van xalan ji xwe re bike pêşek dê Amerîka û hêzên navneteweyî destekê bidinê.

Di heman demê de serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda El-Sedr anî ziman ku erkdariya Ednan El-Zirfî ya avakirina hikumetê karekî hundirîn e û pêwîstiya destwerdana “dewletên cîran û dagirker” tune ye.

Muqteda El-Sedr bi twittekê wiha diyar kir: “Heke namzet li gorî pîvanan be yan na, ev yek girêdayî iraqiyan e û heke mekanîzmaya hilbijartinê rast be yan ne rast be, careke din têkildarî Iraqê ye, wê demê ne lazim e dewletên derdorê, hevalbend û nexasim dewletên dagirker destwerdanê bikin."

(eh)


Mijarên Din