Kujerê zarokan; dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker ji berê de sivîlan û bi taybet zarokan hedef digire. Li ber çavên cîhanê sûcên şer tên kirin lê rêxistinên mafên zarokan nakevin nav tevgerê, tene wek temaşevan dimînin.

Di 29’ê Mijdara 1959’an de Danezana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate qebûlkirin û tê de wiha tê gotin: “Di pevçûneke çekdarî de ji bo parastina gelê sivîl ji aliyê zagonên mafên mirovan ên navneteweyî û li gorî berpirsyariya wan, dewletên alîgirên vê pevçûnê ne, zarokên ku ji van pevçûnan bi bandor dibin, bi armanca parastin û mêzekirina zarokan, divê her cure tedbîran bigirin.”

Dewleta Tirk jî ev danezan mohr kir lê belê tu carî pêk neanî.

Di êrîşên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di serî de sûcên şer ên tên kirin, îhlalkirina mafê jiyanê yê zarokan e. Yek ji van sûcên şer jî di 2’yê Kanûnê de li Til Rifetê pêk hat.

Dewleta Tirk li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê zarokên ku dilîstîn bombebaran kirin, 8 jê zarok, 10 sivîl qetil kirin. Zarokên ku hatin qetilkirin, ê herî biçûk 3, yê herî mezin 15 salî bû.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, beriya bombebaranê balafirên bêmirov ên keşfê digeriyan û ruxmê ku ditîn û dizanîn li wê herêmê zarok ji xwe re dilîzin, ev êrîş pêk anîn.

Dewleta Tirk paqijiya etnîk û komkujiya Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, vê yekê venaşêre û bi zanebûn zarokan hedef digire.

Bombeyên ku zarokan qetil dikin li ser tevahî alavên şer, mohra saziya dewletê Endustriya Makîne û Kîmya (MKE) ya ji bo arteşa Tirk çek û alavên şer hildiberîne, heye. Bi vê mohrê nasnameya kujer vekirî eşkere dibe.

Zarokên hatin qetilkirin, zarokên Efrînê bûn ku bi malbatên xwe re di dema êrîşa li ser Efrînê de derbasî Til Rifetê bûbûn. Dewleta Tirk a ku bi sîstematîk zarokan qetil dike, di 20’ê Çileya 2018’an de dema êrîşa dagirkirina Efrînê da destpêkirin, ji zarokên 3 mehî jî tê de, bi sedan zarok qetil kirin.

Li gorî daneyên Navenda Belgekirina Îhlalkirinên Mafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 salên dawî yên derbarê qetilkirina zarokan ya dewleta Tirk wiha ne;

20’ê Çileya 2018’an di êrîşê dagirkirina Efrînê de ya herî biçûk 3 mehî, bi temamî 19 zarok hatin qetilkirin, 35 zarok jî birîndar bûn.

83 zarokên ku li ser sînor mecbûr man koç bikin jî, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin.

Di êrîşa dagirkirina 9 Cotmehê ya li Serêkanî û Girê Spî de jî 25 zarok ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên El-Nusra û DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, herî kêm 42 zarok jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên dagirkeran di herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 26 zarok hatin qetilkirin, 62 zarok jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a li Til Rifetê komkujî pêk anî û 8 zarok kuştin, di salekê de jî zarokek kuşt û 15 zarok jî birîndar kiribûn.

Li gorî raporên di du salên dawîn de dewleta Tirk li herêmê herî kêm 162 zarok qetil kirin, 195 zarok jî birîndar kirine.

DAIŞ û El-Nusra jî di êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji sala 2014’an ve gelek zarok qetil kirin. Bi desteka dewleta Tirk çeteyên El-Nusra 29’ê Gulana 2014’an dîmenên di çapemeniyê de derketin de 7 jê zarok, 15 sivîl qetil kiribûn.

25’ê Pûşpera 2015’an di êrîşa DAIŞ’ê ya li Kobanê de ji 400 sivîlên hatin qetilkirin, 40 jê zarok bûn. Çeteyên li sînorê dewleta Tirk derbas bûn û qetlîam pêk anî û serê zarokan jê kiribûn!

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ û El-Nusra di navbera salên 2014 – 2018’an de li Serêkaniyê, Kobanê, Girê Spî, Reqa, Minbic, Dêrazor û Hesekê di êrîşên bombeyî de herî kêm hezar zarokan jiyana xwe ji dest da. Gelek zarok ku hejmara wan nehatiye zelalkirin, organên (endamên laş) xwe winda kirine û seqet mane.

Qetilkirina zarokan a dewleta Tirk bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve sînordar nîn e. 28’ê Kanûna 2011’an li Bakurê Kurdistanê li gundê Roboskê li ser sînor balafirên şer ên Tirk sivîl bombebaran kirin, di encamê de 17 jê zarok, gelek kes qetil kirin.

Di dema berxwedana xweseriyê de jî herî kêm 61 zarok hatin hedefgirtin û qetilkirin.

Zarokên hatin qetilkirin yek jî Cemîle Çagirga bû ku termê ji aliyê dayika wê ve hefteyekê ji ber derketina derve qedexe bû, di sarincê de hatibû rakirin.

Ugur Kaymaz ê 12 salî jî sala 2004’an li Qoserê di nava kolanê de hê cilên wî yê dibistanê li ser, bi 13 guleyan hat qetilkirin.

Li gorî rapora Pûşpera 2019’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) şaxê Amedê ; di 10 salên dawî de herî kêm 16 zarok ji ber pêlêkirina panzeran, hatine qetilkirin.

Tahîr Yaramiş (35 rojî) Elîf Şîmşek (8) Berat Gûzel (12) Bîşeng Goran (12) Ramazan Gûmûş (14) Hîdayet Tek (4) Esra Şalk (2 )Mûslûm Îlhan (8) Enes Erdem (9) Ceylan Onkol ya ku li Licê dema berxik diçêrandin ji ber guleya hewanê jiyana xwe ji dest da û li Wanê ji ber avêtina çekan ji qereqolê Canan Saltik jiyana xwe ji dest da.

Ev tenê hinek ji navên zarokan ku dewletê qetil kirine… Li gorî rapora sala 2017’an a Komeleya Zarokan a Gunden amade kiriye; di navbera salên 1990 – 2017 de ji aliyê polîs û leşkerên dewleta Tirk ve ji 350 zêdetir zarok hatine qetilkirin...


Mijarên Din