Kulind daketin sûkên Minbicê

Cotkarên bajarê Minbicê dest bi berhevkirina kulindan kir û daxistin bazaran.

Li Minbicê çandina kulindan (xirtik) pir e, ji ber ku axa wê ji bo çandina kulindan destdayî ye. Pêwîstiya wê bi avdana zêde nîn e. Îsal di encama barana pir de çêbûna kulindan dereng ma.

Cotkarên herêmê dibêjin ku berhêmên îsal ên kulindan li gorî salên borî baştir e.

Gelek cotkaran berhem daxistin bazarên bajêr û her kîloyek bi 250 lîreyên Sûriyê difiroşin. Li gorî cotkaran ev buha baş e, nemaze ku lêçûna çandina donimek zeviyên kulindan gihaşt 25 hezar lîreyan.

Tê payîn ku berhem pêwîstiyên bazarên bajêr û gundewarên wê ji bo du mehan bi cih bîne.

Li aliyekî din ve jî ji bo berhevkirinê derfetên kar ji gelek kesan re peyda bûn.  Cotkarê bi navê Remedan Sado yê ji gundê Yastê yê rojhilatê bajêr, dibêje ku heqdestê rojane yê her karkerekî 2 hezar lîre ye.

(bb)

ANHA


Mijarên Din