‘Kurd bi Lozaneke nû re rûbirû ne û heke Kurd bibin yek wê nehêlin ku Lozaneke dî bibe’

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Doktor Bahoz Erdal di Stêrk TV de, ji bernameya taybet re axivî. Bahoz têkilî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê axivî û got Kurd bi Lozaneke nû re rûbirû ne û heke Kurd bibin yek wê nehêlin ku Lozaneke dî bibe.

Erdal berxwedana li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Rojava bi bîr xist û got hebûn û têkoşîna azadiyê ya Kurdan li cîhanê meşrûbûna wê hatiye çespandin û ev ast û destkeftiyeke mezin e.

Erdal her wiha bal kişande ser têkoşîna gerîlayan a li Bakurê Kurdistanê û diyar kir gerîla bi şêwaza xwe ya nû xwe nexuyayî dike, planên dijmin pûç dike û ji ber vê dewleta Tirk ketiye nav tirsekê.

Hevpeyvîna li gel Bahoz Erdal wiha ye:

KOMKUJIYA LI TIL RIFAT NE QEZA Û TESADÛF E

Artêşa Tirk li Til  Rifatê li dijî gelê me û zarokên Efrînê komkujiyeke dî kir. Di vê komkujiyê de 10 mirovên me şehîd bûn û ji van 8 jê zarok in. Ji aliyekî ve bajar bombe kirin û ji aliyekî ve dibistan bombe kirin û komkujî kirin. Ev komkujî ya di vê serdemê de ne tesadûf e û ne jî qezayek e. Ji ber ku nexşeya Til Rifat di dest dewleta Tirk de ye, dizanin bê ka dibistan li kûderan bajêr in. Jixwe balafirên keşfê tim difirin û li cih dinerin. Ji ber vê dizann bê ka kûder yê kê ye, dibistan e, an jîgehek e. Ji ber vê mirov nikare ji vê komkujiyê re qeza bibêje. Ev nikare weke ku tesadûf be were dîtin. Ev êrîş bi qest û  bi zanebûn kirine. Ji bo ku zarokên Efrînê bikujin ev êrîş anîne.

KOMKUJIYA ROBOSKÎ Û KENDAKOLA ÇIBE ,YA TIL RIFAT JÎ EW E

Ti cihêtiya vê komkujiyê ji ya Roboskî nîne. Ji ya Kendakola jî. Li Kendakolayê balafirên şer êrîş anîne, jin û zarok, bi dehan mirovên me yên Başûrê Kurdistanê şehîd kirin. Her wiha li Roboskê bi komkujiyekê 34 zarên Kurd şehîd kirin. Niha li Til Rifat vê dikin. Her sê êrîş li ser zarokên Kurdan hate kirin. Her êrîş li parçeyekî cuda yê Kurdistanê bû. Lê yê ku ev êrîş pêk anîn tenê hêzek e, ew jî dewleta Tirk e. Rastiya dewleta Tirk, nêzîkatiya desthilata AKP-MHP’ê ya li gelê Kurd çiye, bi van komkujiyan derketiye holê.

KOMKUJIYA TIL RIFATÊ BI QEST Û ZANEBÛN HATIYE KIRIN

Komkujî û êrîşa li ser Til Rifatê bi zanebûn hatiye kirin. Bi vê dixwazi peyamê bidin gelê me, gelê me çavtirsandî bikin, bidin revandin û qels bikin. Heke ji destê dewleta Tirk bihata wê tenê 8 zarok nekuştibûna. Ji ber bertekan li ber çavê cîhanê mîna ku li Ermenan kirin nikarin qirkirinê bikin. Naxwe ya ku dixwazin li Rojava bikin komkuijyeke giştî ye. Li ser navê Rojava li wir her çi hebe dixwazin ji holê rakin. Li wir ne ku tenê dixwazin Kembera Ereb deynin, her wiha dixwazin Kembera Îxwanî Mislim û DAÎŞ’ê deynin û li ser navê Kurdan tiştekî nehêlin.

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE GEŞ BIKIN Û HESABÊ KOMKUJIYAN BIPIRSIN

Em hemû zarokên ku bi komkujiyan hatine kuştin û hemû şehîdên Til Rifatê bi hurmet bi bîr tînin. Esasê têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê ew e ku hesab ji komkujiyên ser gelê me bipirse. Em ê hesabê hemû komkujiyan û ya Til Rifatê bi geşkirina têkoşînê bipirsin. Dewleta Tirk a faşîst dibe ku Kurdên bêguneh bikuje lê wê nikaribe têkoşîna azadî û serxwebûnê ya Kurdan rawestîne. Berevajî doza azadiyê wê geştir bibe. Dewleta Tirk her ku li bara têkoşîna me tengavî dibe, serî li rê û rêbazên wiha hov û dijî mirov û komkujiyan dide. Ev komkujî ji aliyekî ve lixwemikurhatine bêgaviya dewleta Tirk. Bêgavî û tengaviya dewletan a li bara berxwedan û têkoşîna gelê me ye.

LI ROJAVA YA KU WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE TÊKOŞÎNA GELÊ ME YE

Di pêvajoya dawî de êrîşa dagirker anîn ser Rojavayê Kurdistanê. Gelê me yê li wir li dijî vê êrîşê ev 2 meh in li ber xwe die. Dewleta Tirk û çeteyên di bin nîrê wê de ketin Serêkaniyê û Girê Spî. Lê ev pêvajoyek e. Hek em vê êrîşê ji pêvajoya giştî cuda bifkirin û binirxînin ev ê kêm be. Ji ber ku li tevahiya Rojhilata Navîn şer heye. Gelên herêmê ji bo dahatuyeke aram, birûmet û azad têdikoşin. Her wiha hesabên dewletên mêtinger û navnetewî hene. Şerekî bi vê çarçoweyê heye. Êrîşa li ser Rojava jî parçeyek ji vî şerî ye. Dewleta Tirk û çeteyên wan ketin van herêman lê wê têkoşîna gelê me diyar bibe bê ka wê çi qasî bikaribin xwe li wir bigirin û encamên vê yên demkurt û domdirêj wê çi bin.

ÊRÎŞA DAGIRKER NÎŞAN DA BÊ KA XWEPARASTIN ÇENDÎ HEWCE YE

Li qonaxa berdest dewleta Tirk xwe pir serkeftî nîşan dide lê ne wiha ye. Ji bo ku ketine Sêkaniyê û Girê Spî ev nayê maneya serkeftina wan. Ya ku kirin dagikerî ye. Fatoreya vê êrîşê ji bo ku dagirkeran giran e. Berxwedan û fedekariya gelê me li hemû cîhanê bandoreke mezin çêkir. Bû sedem ku gelê Kurd û Rojava bibe rojeva hemû cihanê. Têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bû dozeke navnetewî. Rewabûna doza azadiyê ya gelê me yê Rojava bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Her wiha nîşan da ku gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çendî bi hêza xweparastinê hewce ne, nîşan da ku divê li ber xwe bidin û rewabûna vê anî.

LI HERÊMÊ ÇARESERÎ Û AŞTÎ YA JI BO DEMEKE KURT NE PÊKAN E

Gelê me yê Rojava, bi Kurd, Ereb, Asûr û Sûryanan fêhm kir, şerê li herêmê ne şerekî demkurt e, û tenê bi rewşa Sûriyê re ne têkildar e. Bi Iraqê re û bi deverên din ve têkildar e û bi hemû gelên herêmê re. Ev pêvajoya şer wê hê bidome û aştiyeke demkurt, çareserî û aramî pêkan xuya nake. Heke bibe jî wê ne domdirêj be.

JIYANA BIRÛMET BI BERXWEDAN Û ŞER PÊKAN E

Gelê me yê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê fedakariyên mezin kirin. Mal û gund û bajarên wan bi destê El Nûsra, DAÎŞ’ê sê caran bi ser wan de hatin hilweşandin û şewitandin. Niha jî dewleta Tirk a mêtinger vê dike. Lê gelê me ji van têra xwe tecrübe stand. Ji ber vê jî divê her kes ji berxwedan û şer re hazir be. Heke em dixwazin bi rûmeta xwe bijîn divê em ji berxwedan û şer re hazir bin. Ji ber ku li herêmê rewşa şer heye û şer xwe li ser her kesî ferz dike. Heke em ji berxwedan û şer re ne hazir bin em nikarin bi rûmetî û aramî bijîn. Mixabin di vê pêvajoya berxwedan û şer de hilweşîn heye, mirin hene. Li pêşberî me yê heyî, navê xwe her çendî dewleta Tirk jî be, DAÎŞ heye, hişmendiya DAÎŞ’ê ye û rêbazên DAÎŞ’ê bi kar tîne. Em bawer dikin ku berxwedana gelê meye Rojava û gelên Sûriyê ya li dijî vê hişmendiya hov ji niha û pê ve wê xurtir be.  Wê berdêla siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser dijminatiyê wê giran be.

LI SÛRIYÊ CIHÊ ÇARESERIYA MESELEYA KURD ŞAM E

Pêşî divê vê diyar bikim; li Sûriyê û Rojava cihê çareseriyê ya pirsa Kurd Şam e. Meseleya Kurdan û demokrasiyê ya Sûriyê li nav sînorên Suriyê, li gel rêveberiya Şamê dikare were çareserkirin. Ev ji bo gelê me yê Rojava û ji bo hemû gelên Sûriyê wiha ye.

REJÎMA SÛRIYÊ DIVÊ XWE JI FOBIYA KURDAN XILAS BIKE

Ji bo hikûmeta Sûriyê jî çareserî ew e ku bi Kurdan re diyalogeke rast deyne. Divê hikûmeta Sûriyê xwe ji fobiya Kurdan xilas bike. Propagandayên ku dibêjin Kurd cihêkar in, dixwazin Sûriyê parçe bikin, bi ser hêzên derve ne, ne rast in. Pratîka beriya şoreş û piştî şoreşê nîşan daye ku Kurdên Rojava ji bo parçekirina Sûriyê ti gav neavêtine. Rêveberiya Rojava û rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi gelê Ereb û yên herêmê re ji Reqa heta bi Dêra Zorê tifaq daniye, ji wêdetir hewl dide ku jiyana hevpar deyne, çawa dibe cihêkar? Heke Kurd li Rojava cihêkar, dabeşkar bûne, bi gelên Ereb re ev çend nedibûn yek û hevkarî nedikirin. Bi Reqa û Dêra Zorê re xwe nediêşandin. Wê ne tenê cihên xwe, hewl nedane ku hemû Sûriyê biparêzin. Dema ku ev rastî li holê ye divê rejîma Sûriyê dev ji fobiya Kurd biqere.

DIVÊ KURD Û RÊVEBERIYA XWESER BI DIJMINATÎ NEYÊN DÎTIN

Divê rejîma Sûriyê Kurdên li Rojava û rêveberiya xweser weke dijmin nebine, miemeleya dijmin divê bi wan neke, weke ku angajeyi hêzên navnetewî bin, divê li wan nenere. Ji ber ku ev hem ne rast e, û hem jî têkiliya xwe bi rastiyê re nîne, hem meselê çareser neke û hem jî encamên ku wê derkevin ji bo rejîmê wê ne baş bin.

Heke rejîm bi vî ziman û şêwazê nêzî Kurdan bibe wê xizmetê ji ajandaya Erdogan re bike. Erdogan dixwaze rejîma Sûriyê li Kurdan sor bike, nakokiyên hikûmeta Sûriyê û Kurdan giran bike. Dixwaze Kurdan cihêkar, dabeşkar nîşan bide û wiha dixwaze bike ku rejîma Sûriyê ji Kurdan bitirse. Ev konsepta Erdogan e. Heke Beşar Esad wiha nêzîk bibe û bi vê şêwazê be wê xizmetê ji ajandaya Erdogan re bike.

Ajandaya Erdogan çiye? Dixwaze Sûriyê dagir bike. Ji ber vê em dibêjin, divê Kurd û hikûmeta navendî ya Şamê têkiliyên xwe ji nû ve baş bikin. Divê ev kûr jî be. Xapandin tê de nebe. Divê ev têkilî bi berfirehî werin nirxandin. An na ne li Sûriyê wê aramî hebe, ne jî rejîm dikare ser piyan bimîne.

Rejîma Sûriyê divê ji bîr neke, heke YPG nehata avakirin, ne ji siyaseta gelê Rojava û rêveberiya xweser bûya, niha bi navê rejîmê wê tiştak li holê nemaya. Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser vê mijarê Kurdan sûcdar dikin û dibêjin,’’Heke ne ji we buya me yê rejim hilweşanda’’. Heke Kurdan li Efrîn, Helebê alîkarî bi dewleta Tirk re bikirana rejîmê dikarîbû li Helebê bimîne? Heleb biçûya rejîma Sûriyê dikarîbû li ser piyan bimîne?  Li Cizîrê jî rewş ne wiha bû?

REJÎMA ŞAMÊ DIVÊ MALAVAYIYÊ LI KURDAN Û YPG’Ê BIKE

Helwesta Kurdan sedema herî mezin e ku Sûriye îro neketiye destê dewleta Tirk û çeteyên wan. Rejîma Şamê ji ber vê divê malavayiyê li YPG’ê û Kurdan bike. Heke ne ji wan buya niha wê yekerebûna xaka Sûriyê nemaye  û dewleta Tirk wê her dever dagir bikira, bi Tirkiyê ve girêbidaya. Skenderûn çawa tevlî xwe kir? Niha dixwaze eynî tiştî li Cerablûs û Efrînê bike.

Rêveberiya Şamê divê helwesta 7 salan a Kurdan rast bixwîne û li ser vê bi Kurdan re têkiliyeke nû û kûr deyne. Heke ev têkilî li ser hîmê qebûlkirina Kurdan û mafên wan be, ev ê dahatuya Sûriyê û rejîmê mîsoger bike lê heke dijminatiya li Kurdan bidome, heke em tasfiyeke Kurdên Rojava bihesibînin, wê piştre  dor were ser Şamê.  Ji ber vê rêveberiya Şamê divê li dahatuyê binere û li meseleyan binere, divê ji berçavka şoweniya Ereb nenere, divê ji fobiya Kurdan xilas bibe. Heke wiha bibe ev ê ji bo dahatuya Sûriyê bibe rûpeleke nû.

ÊRÎŞA DAGIRKER KURD JI HÊLA GIYANÎ VE KIRIN YEK

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê  Spî xizmet jê re kir ku gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî xurt bike. Erdogan her çendî xwestibe ku Kurdan parçe bike, wan bi hev bide şerkirin jî, van êrîşan Kurd kirine yek. Ev rastiyek e. Ji hêla giyanî ve, hîsî ve, Kurd bûye yek û li dijî van êrîşan rabûne ser piyan. Li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li gelek  deverên cîhanê ev wiha bû.

GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛ XWEDÎ HELWESTEKE XURT A NETEWÎ

Gelê Başûrê Kurdistanê ji roja pêşî ya êrîşê ve, bi rastî bû xwedî helwesteke pir xurt a netewî û Kurdistanî. Ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn, ji her beşên civakî tevlê bûn, ji mirovên rewşenbîr bigirin heta bi medyayê her kes bi roleke baş rabû. Her wiha gelê me li Rojhilatê Kurdistanê xwedî li ber xwedanê derket. Her çendî li ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê, zilm û teroreke mezin hebe jî, em pê dizanin ku dilê wê bi Rojavayê Kurdistanê re ye, em ji helwesta wê ya li Kobanê dizanin. Li Bakurê Kurdistanê jî, bi çalakiyan xwedî li berxwedanê derketin.

YEKÎTIYA NETEWÎ YA KURDAN HEWCEHIYA HERÎ JIYANÎ YE

Kurdan li her deverê eynî dirûşm gotin, eynî hîs jiyan. Her kesî dît û fêhm kir ku ev êrîş ne tenê li ser Serêkaniyê ne, li dijî hemû Kurdan e. Her Kurdî ev hîs kir û fêhm kir. Ev pir girîng e. Vê  carê hemû medyaya Kurd bû yek deng. Rewşenbîr, hunermend, hemû beşên civakî yên Kurd bûne xwedî helwesteke xurt a  Kurdistanî. Ev helwesta Kurdan ku li her deverê nîşan dan hate çi maneyê? Nîşanî me hemûyan da ku yekîtiya netewî ji bo dahatuya gelê me, hewcehiya herî girîng e. Ev hewcehî kire rojeva me ya sereke. Kurd bêhtir nêzî hev bûn. Ev geşedaneke pir baş e. Mirovên me, êdî li Hewlêrê, li Silêmaniyê, li Mehabê êşa Serêkaniyê dijîn. Li Amed, Ewropayê êşa Kobanê dijîn. Bi vî rengî giyanê netewî geş bû.

ÊRÎŞ LI SER HEMÛ KURDAN E

Lê gelê me li aliye dî dibêje, ‘’Ey hêzên Kurd, hêzên Kurd ku temsîla hêza siyasî dikin,  hûn jî ji bo dahatuya Kurdan û Kurdistanê li ser hin prensîban li hev bikin’’. Ev daxwaza gelê me ye û peyama wê ji bo me ev e. Hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, pir kêm tevlî vê pêvajoyê bûn. Hin pir aktif bûn, hin jî ji paş ve tevlê bûn. Lê li vir tişta girîng ku divê em bibinin çiye? Ev êrîşên dagirker ên dewleta   Tirk ne tenê li ser herêmekê ye, ne tenê li ser parçeyekê ye, ne tenê li ser hêzekê ye. Li dijî hemû Kurdan e.

JI BER KU KURD NE YEK BÛN HER KES TÊK ÇÛ

Niha tiştên ku li Rojhilata Navîn têne jiyîn, dişibin yên dema şerê cîhanê yê 1’ê. Wê demê çi bû? Li Başûrê Kurdistanê raperîna Mehmûd Berzencî çêbû, li Rojhilatê Kurdistanê raperîna Simko çêbû, li Bakurê Kurdistanê raperîna Şêx Seîd û yên din çêbûn. Li Rojavayê Kurdistanê li dijî Fransayê berxwedan çêbû. Lê ev hemû ji hev qut çêbûn, bi hev re têkilî û tifaq nedanîn û hin jê dijberê hev bûn. Baş e, encam çi bû? Hemû têk çûn.

DEWLETA TIRK BI TAWÎZAN LOZAN DA ÎMZEKIRIN

Wê demê tenê peymana Sewrê hebû. Her çendî ne têrkar jî bû, bi kêmanî mafê serxwebûnê ji bo Kurdan nas dikir, navê Kurdan derbas dibû. Lê piştî wê bi 3 salan Lozan hate kirin. Baş e Lozan çi bû? Tinehesibandina Kurdan bû.  Di wan 3 salan de çawa ji Sewre çûne Lozanê? Ji ber ku wê demê tevgerên Kurdan qels bûn, her tevger têkiliya xwe bi yên din re nedideyna, bi fikra,’’ez di agirê wan de neşewitim’’ xwe dûr digirt, tenê li xwe difikirî. Li aliye dî, şoweniya Tirk pir çalak bû, tawîz dida her kesî. Tawîz dane Emerîka, Rûsya, Sowyetan, Ereban û peymana Lozanê yaku Kurd tine hesibandin, da îmzekirin.

LI PEY LOZANEKE JI LOZANÊ KAMBAXTIR IN

Niha pêvajoya ku em têde ne ne weke ya her car e.  Tevgera Kurd ne xurtir e. Van çend salên dawî Kurd bi têkoşînê dijî DAÎŞ’ê pir derketin pêş. Ji hêla siyasî, leşkerî, dîplomatîk ve gelek derfet û delîve çêbûn. Ji bo Kurdan derfetên ji Sewrê çêtir çêbûne.  Lê niha şoweniya Tirk û hêzên din ên mêtinger ji bo ku ji Lozanê kambaxtir be, kêfareteke mezin didin. Niha têkoşîn û şerê vê tê dayin.

ROJANEKIRINA LOZANÊ TEMAMKIRINA KONSEPTA QIRKIRINÊ YE

Ev pêvajo ji hev ne cudatir in. Van 7 salên dawî Kurd li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Kurdisanê bû û li hemû cîhanê bûne xwedî hêz û ketin rojeva cîhanê. Li dijî vê konseptek heye. Armanca avê konsepte çiye? Dixwazin Kurdan qels  bikin û gav bi gav tasfiye bikin. Ev plana kê ye? A mêtingeran e. Kî pêşengiya vê dike? Dewleta Tirk a qirker. Çawa ku ya ku bûyî sedem ku ji Sewrê werin Lozanê şoweniya Tirk be, niha jî eynî şoweniya Tirk heye. Dewleta Tirk pêşî êrîş bi ser kûderê de anî?  Kerkûk û piştre Şengal, piştre Efrîn û niha jî Serêkaniyê. Êrîşê dibe sergelê Bakurê Kurdistanê û siyasetê de, operasyonên qirkirinê tîne. Ti ji van êrîşan ji yên din ne qut e û hemû jî li ser yek konseptê ne. Çend sal man ku Lozan 100 saliya xwe dagire. Dewleta Tirk ji ber vê vê sedsalê dixwaze parçeyên Kurdistanê jî têxe nav, ji bo ku ti tiştekî Kurdan nemîne bi hovîtî êrîşê tîne.

DAHATIYA HEMÛ KURDAN HEVPAR E, AN EM Ê AZAD BIBIN AN JÎ WINDA BIKIN

Dahatuyeke hevpar li pêşiya hemû Kurdan, hemû parçeyên Kurdistanê û hêzên Kurd e. Ev dahatuya hevpar çiye? Yan hemû Kurd wê azad bibin, her parçe bi reseniya xwe azad bibe yan jî wê Lozaneke dî bikin bela serê Kudan. Ne pêkan e ku ji bo hin Kurdan Sewr be û ji bo hin Kurdan Lozan be.  Nabe ku ji bo hin parçeyan Sewr be, ji bo hin parçeyan Lozan, hebûna parçeyekî were naskirin, serbixwe bibe û parçeyê dî were înkarkirin. Tiştkî wiha ne pêkan e. Heke hin kes difirkirin ku wê wiha bibe,  divê zanibin ku ev ne pêkan e. Nexasim dema ku mirov li geşedanên 3 salên dawî binere, tê dîtin ku her parçeyê Kurdistanê parçeyek ji vê tabloyê ye. Ji ber vê, şertên niha û helwesta gelê Kurd ferz dike ku hêzên Kurd li ser hin prensîbên Kurdistanî weringel hev, vê daxwaz dike.

HEKE EM LOZANÊN NÛ NAXWAZIN DIVÊ EM BIBIN YEK

Heke em Lozanên nû naxwazin divê naxwe bi mîsogerî vê pêk bînin. Dibe ku hêzên Kurd li ser her tiştî li hev nekin. Lê  divê em zanibin, xalên me yên hevpar, ji yên cuda bêhtir in. Dinya û alem bi danûstandinê meseleyên xwe çareser dikin. Hêzên dijmin jî li cîhanê bi vê rêbazê diçin. Çima em wiha nekin? Êrîşa li ser Rojava, berxweana gelê me û helwesta Kurdistanî ya ku derketî holê, zemînek ji bo yekîtiya netewî ava kir. Tevgera me her carê ji vê re hazir e. Divê êdî her kes vê rastiyê bibine. Li vir tiştekî wiha tine ku hin winda bikin û hin bi ser bikevin. Heke em bi ser bikevin hemû Kurd wê bi ser bikevin. An na her kes wê bi hev re winda bike. Heke em peyama gelê xwe bi vî rengî fêhm bikn, em bawer dikin ku wê geşedanên berbiçav û xurt çêbibin.

ŞOREŞA ROJAVA KURD KIRIN ROJEVA CÎHANÊ

Heke em bala xwe bidin pêvajoya van 2 mehan, mirov dibîne ku şoreşa Rojayê Kurdistanê bandoreke çawa li ser hemû parçeyan kiriye û çi encam aniye. Kurd van 2 mehan bi qasî ku ketine rojeva dijmin, herwiha di dîroka 2 sed salî de, bi qasî ku nebûyî bûne rojeva raya giştî ya cîhanê. Ev, girîngî û bandora şoreşa Rojava nîşan dide. Xwedîderketina ev qasî ya li şoreşa Rojava feyde ya hemû Kurdan, da dijberên şoreşê jî.

DOZA KU LI RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ HATIBE QEBÛLKIRIN, ÊDÎ BI SER KETIYE

Bandora şoreşa Rojava ji hêla giyan, hîs û siyasî ve ji zû de ye sînorên parçeyan derbas kiriye. Salên 1980’yî doza Filistînê di rojeva cîhanê de bû. Dilxwaziyeke mezin ji bo doza Filîstînê çêbûbû. Niha jî di şexsê şoreşa Rojava de Kurd dibine rojeva cîhanê û têkoşîna azadiya Kurdan li qada navnetewî rewa dibe. Niha yek ji tişta herî girîng jî rewabûna têkoşînê ye. Ji ber ku heke li qada navnetewî têkoşîn hate naskirin, êdî ew doz bi ser dikeve. Li gel vê, dijwarî, êş hene û xwîn dirêje. Ev rast e. Lê ya girîng û zor ew e ku rewabûna têkoşînê were çesptandin.

SERFIRAZIYA ROJAVA YA HEMÛ KURDAN E

Ji ber vê, heke gelê me yê li hemû parçeyan ji bo Rojavayê Kurdistanê radibe ser piyan, ji ber ku dizane destkeftiyeke li Rojava wê serfiraziya hemû Kurdistanê be.  Her wiha qelsbûna Rojava wê were maneya qelsûna hemû Kurdan. Ne ku tenê em vê dibêjin. Hemû Kurd vê dibêjin, hîs dikin, dibinin. Ji ber vê jî, li kûderê Kurdek hebe, li cihê ku lê, li dijî êrîşên dagirker ên li ser Rojava helwesta xwe nîşan daye.  Li gel vê, çawa ku hêzên dagirker Kurdistan dabeş kiribin, dagir kiribin û êrîşên qirker anîbin, em bawer dikin, ev êrîşa faşîst jî wê hemû Kurdan bînin gel hev û yekîtiya netewî çêbibe.

BANDOREKE MEZIN A PKK’Ê LI SER HEMÛ KURDISTANÊ Û ROJHILATA NAVÎN HEYE

Bêguman PKK tevgereke Kurdistanî û berfireh e. Bandora PKK’ê li ser hemû Kurdistanê, ya felsefî, civakî û siyasî ye. PKK li ser tevahiya Rojhilata Navîn jî xwedî bandorke mezin e. Ev rastiyek e. Lê mêtingeriya Tirk ji bo ku êrîşên qirker û dagirker mafdar nîşan bide, vê mîna hincetê dide pêş. Lê her kes pê dizane ku ev ne rast e.  A pêşî ji Rojava ti êrîşek neçûye ser dewletaTirk.

ERDOGAN LI DIJÎ STATÛYA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Erdogan got, ‘’Me li bakurê Iraqê şaşî kir, em nikarin li Bakurê Sûriyê jî eynî şaşiyê bikin’’ û di van 6 salên dawî de, ne tenê carekê, gelek caran ev got. Baş e, li bakurê Iraqê çi bûbû? Federalîzma wir hatibû qebûlkirin. Niha ti têkiliya vê gotina Erdogan bi PKK’ê re heye? Na! Ango bi gotina xwe, hişkere dibêje,’’Ez statûya siyasî ya ji bo Kurdan qebûl nakim’’. Hem jî vê li ber her kesî bi rengekî vekirî dibêje. Ev gotin, sîsika siyaseta Erdogan û dewleta Tirk bi rengekî zelal vedibêje.’’

DEWLETA TIRK NE TENÊ DIJMINÊ PKK’Ê, DIJMINÊ HEMÛ KURDAN E

Wekî meseleya dewlet Tirk ne bi Kurdan re, bi PKK’ê re ye, naxwe bila mafên Kurdên wir nas bike, rewabûna PKK’ê ji dest bistîne. Her wiha li Rojava bila mafê Kurdan nas bike. Naxwe ne weke gotina xwe ne. Dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê, dijminê hemû destkeftiyên Kurdan e. Hincetên dewleta Tirk a dagirker ti caran naqedin, yek biqede wê tiştekî dî çêbikin. Ji ber ku nêhta xwe ya li Kuran bi zelalî dibêin. Vekirî û bi dengekî bilind dibêjin,’’Ji bo ku dewleta Tirk li ser piyan bimîne idvê Kurd nebin xwedî ti statûyê’. Van hemû êrîşan ji bo wiha tînin.  Ji ber ku PKK pêşeniya têkoşîna hebûn û azadiya Kurdna dike, êrîşê bi ser PKK’ê de tînin. Ev berbiçav e. Gelê me ev rastî dîtiye û heqîqeta Erdogan fêhm kiriye. Êdî her kes dizane ti kes baweriyê bi derewên rejîma şerê taybet nayîne.

GERÎLA JI BO KU XWE NEXUYA DIKE DIJMIN KETIYE NAV TIRSÊ

Dewleta Tirk li Bakur ne tenê li dijî gerîla, li dijî hemû gelê me êrîşeke giştî tîne. Lê li eniya gerila, gerîla êdî xwe guherandiye. Şêwaz û taktîka dema nû da ber xwe û bi cih anî.

Dewleta Tirk vê maneyê ketiye ofsaytê. Ji ber vê ev çend hêrs bûye û tengavî bûye. Ji ber ku li her deverê li gerîla digere lê ji ber ku gerîla nexuya dike, li ti deverê nabîne.

Ji ber vê dijmin qutifiye.  Dijmin dixwaze gerîla mîna 2013-2014’an li qiraxên rê be, her roj li gundan be, bikeve ber dîmenan, da ku îstîxbaratê bistîne û derbê li gerîla bixe. Lê şêwaza gerîlayên azadiya Kurdistanê êdî guheriye. Ji ber vê dijmin nikare cihê gerîla tespît bike.

ŞÊWAZA NÛ YA GERÎLA PLANÊN DIJMIN PÛÇ KIRIYE

Ev şêwaza gerîla planên dijmin pûç dike, serûbin dike. Ji ber vê, hûn dibinin, bi rêya medyaya şerê taybet her roj diqêrin û dibêjin, ‘li kûderê ne, xuya nakin’’. Weke ku dîn bubin. Ev rewş nîşan dide bê ka çendî bêgav bûne. Ji berk u gerîla ketiye şêwazeke nû û şopa xwe winda kiriye.

ERDOGAN JI ÇÎILLER BIHURÎ YE

Dijmin li dijî gelê me siyaseta qirkirinê dike. Tişta ku niha Erdogan û AKP-MHP dikin ji ya dema Çîller bihuriye. Hevşaredaran digirin, şaredariyan desteser dikin, her roj bi dehan mirov dixin zindanan. Ev ê heta bi kûderê biçe? Bi ev qas êrîşên dermirovî heta kengî wê li desthilatê bimînin? Aqûbeta siyaseta rejîma AKP-MHP’ê wê çi be? Çîller jî weke Erdogan fikirî, got, ‘’Kurd tenê ji tundiyê fêhm dikin, ez jî encex wiha dikarim wan êsîr bigirim’’. Bi vê hişmendiyê 4 hezar gundên Kurdan şewitandin, xira kirin. Bi hezaran mirov bi navê ‘kiryar nediyar e’’ kuştin. Li ser gelê me êşkence, zilm û komkujiyê nedîtî kirin. Bi ban hemûyan hesên kirin ku wê Kurdan teslîm bigirin, vîna Kurdan bişkînin.

DAWIYA ERDOGAN WÊ JIYA ÇÎLLER KAMBAXTIR BE

Baş e encma vê siyaseta qirker û hovane çi bû? Kurd bêhtir bûne xwedî vînekê, zêdetir li şoreşa azadiyê xwedî derketin. Dema ku li ber ronkahiya rastiya dîrokî ku em li rewşa niha binerin wê encama vê siyaseta qirker û faşîst a AKP-MHP’ê mîna ya Çîller be. Çi bi serê Çîller hatibe, wê xirabtir bi serê Erdogan û derdora wî were.

Siyaseta înkar û qirkirinê ya li ser gel û tevgera me, gel û tevgera me qels nekiriye, zurtir kiriye. Dema ku dewleta Tirk Kurdekî digire, êşkence dike, hêrsa wî mirovê me û gelê me li ya li dijî dewleta Tirk zêdetir dibe, bêhtir girêdayî şoreşê û gerîla dibe, ji ber vê ne siyaseta li ser gelê me wê bi ser bikev û ne jî bi êrîşa li ser gerîla dikarin encamê bistînin. Gelê me ji pêvajoyên pir giran derbas  bûye, hovîtiya ku me behsê kiriye ji nêz ve dîtiye û baş pê dizane bê ka rûyê wan ê gemarî çiye. Bi girtin û êşkenceyê nikarin vîna Kurdan bişînin. Belkî çend kesên sîxûr û xayin dikarin derkevin lê nikarin Kurdan teslîm bigirin.

BILA KESEK ÎXANETÊ LI ŞOREŞÊ NEKE, SÎXÛRIYÊ Û ÎXBARIYÊ QEBÛL NEKE

Dixwazim vê jî bibêjim; belkî hin serek eşîr, hin serek cerdevan, hin derdorên li Bakurê Kurdistanê, ber ji ber zilmê, zextê xwe mecbûr bimînin ku nêzî AKP’ê bikin. Lê em ji wan re dibêjin; îxanetê li şoreşê nekin, nebin sîxûr, nebin kontrol, gerîla îxbar nekin û gelê xwe îxbar nekin. Ev dewleta terorê, ev hikûmetê şerê taybet bi teqezî ji we hez nake. Tenê dixwaze we ji bo xwe bixebitîne û sibe jî we bavêje. Pêvajoya şer a 36 salan çespandina vê ya berbiçav e.  Ji bo gelê me yê bakurê Kurdistanê dikarim vê bibêjim.

GELÊ ME YÊ BAŞÛR LI DIJÎ SÎXÛRKIRINÊ DIVÊ HIŞYAR BE

Ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî dikarim vê bibêjim: Li ser Başûrê Kurdistanê jî talokeyeke mezin heye. Çiye ev taloke? Îstîxbarata Tirk dixwaze di nav gelê me de rêxistiniya xwe bike.  Heta niha êrîşên li dijî PKK’ê, peyamek e ji bo hêzên Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê, ji gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê tu kes nebe amûrê van xebatên sîxûriyê. Ji ber ku ev dewlet dijminê Kurdan e. Ji bo dewleta Tirk kî dibe bila bibe Kurd û Kurd e û dijmin e. Li kûderê Kurdek hebe, dewleta Tirk her demê êrîşê dibe ser wir. J iber vê, gelê me ji her demê zêdetir divê bihistyar be, hişyar be, xebatên sîxûriyê yê ku dewleta Tirk dixwaze bike  divê di dema xwe de bigihîne gerîla û wiha ji gerîla re bibe alîkar.


Mijarên Din