Kurd darizandina Çeteyên DAIŞ`ê derveyî Sûriyê napejirînin

Partiyên Kurd ên Sûriyê diyar kirin ku ew tu pêşniyarên der barê darizandina çeteyên DAIŞ`ê li derveyî sînorên Sûriyê napejirînin. Partiyan xwest ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin.

Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet roja pêncşemê diyar kiribû ku wan bi dewletên Ewropayê re mijara avakirina dadgeheke navdewletî ya darizandina çeteyên DAIŞ`ê, li Iraqê, gotûbêj kirine. 

Partiyên Kurdî duh di civînekê de diyar kirin ku ew nêrîneke wiha na pejirînin. Partiyan di civîneke çapemeniyê de xwestin ku çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî di nava sînorên Sûriyê'de bêne darizandin.

Cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mistefa Meşayix li ser mijarê bersiva pirsên ANHA`ê dan. Meşayix derbarê mijarê de got:" Em ti Şêweyên darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê, derveyê axa Sûriyê napejirînin. Em dixwazin ku dadgeh di bin çavdêriya navdewletî de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê damezrandin. Ji ber wan çeteyan kiryar û tawanên xwe li van deveran kirine. Emê vê mijarê di nava xwe de binirxînin ta ku bighêjin formeke diyar".

Tê zanîn ku dadgehên ne li gorî zagonên dewletî lê li gorî zagonên Iraqê çeteyên DAIŞ`ê ceza dikin. Heya niha dadgehên Iraqê bi dehan çeteyên biyanî û Iraqî bi kuştinê (îdam) ceza kirine.

Hikûkemta Iraqê di 11`ê nîsana sala 2019`an de ji hêzên koalîsyonê xwestibû ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine girtîn, li ser axa Iraqê darizînin. Dewleta İraqê ji bo van darizandina ji koalîsyona navdewletî du milyar dolar xwestibû.

Hêzên Sûriya Demilratîk (QSD) di roja 23`ê adara vê salê ragihandibû ku wan, çeteyên DAIŞ`ê di hêla leşkerî de tune kirine û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên Iraqî û biyanî jî girtine.

(kn)

ANHA


Mijarên Din