Kurd derseke baş didin Osmaniyên nû, gelo welatên Afrîkayê dê li hemberî wê çi bikin? – 1

Hikumeta Tirkiyê bi destekdayîna komên tundraw û rêxistinên wê yên siyasî, hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike, her wiha karibe çekên xwe bifiroşe. Lê belê bi serkeftinên Kurdan ên li Sûriyê re deriyê herî mezin ê li pêşiya serkêşê Osmaniyên nû Erdogan hate girtin.

Di dirêjahiya 8 salên borî de ku herêm tê re derbas bû anku ji destpêkirina şoreşên Bihara Gelan ve ku di sala 2010‘an de li Tunisê dest pê kir û çirûska wê gihîşt Sûriyê, gelan armancên herî paqij ji banga jiyaneke azad û birûmet û hilweşandina pergalên dîktatoriyê hilgirtibûn. Lê ji ber lewazbûna rêxistinî û neplankirina ji pêşeroja şoreşa gel, bû sedem ku Îxwan El-Mislimîn û komên tundraw ên dîtir ku berê li Stenbolê bi piştgiriya Tirkiye û Qeterê di hemû aliyan de amadekarî kiribûn, şansekê jê bigirin. Osamaniyên nû di vê derbarê de karî bikevin nav û destdirêjiyên xwe bi awayekî mezin li gelek dewletan heta Afrîkayê pêk bînin.

Hikumeta AKP‘ê ji dema ku hatiye ser hikum, di sala 2002‘yan de, hewl dide planên kalikên xwe yên Osmanî, di nava Mîsakî Millî li Sûriyê û Iraqê pêk bînin. AKP‘ê ji bo pêkanîna van armancan ol û dîrokê dixwe dewrê. Serokwezîrê berê yê Tirk Ahmet Davutoglu di xîtabeke xwe de ya piştî hilbijartinên ku ew gihandin desthilatdariyê, ev yek eşkere kir. Di heman xîtabê de bal kişand ser rola kalikên xwe di Afrîkayê de.

Piştî ku têkiliyên di navbera AKP û Îxwan El-Muslimîn a tundraw de xurt bû, koma tundraw a behsa mijarê, kongreyek ji hemû fermandarên xwe yên li welatên cîhanê re li Stenbolê li dar xist, paşê ew der kir navenda sereke ya kar û xebatên xwe.

Erdogan ji aloziya di navbera van koman û dewletên erebî de sûd wergirt da ku dest bi pêkanîna planên xwe bike. Di vê çarçoveyê de bi rêxistinên çekdar ên tundraw re têkilî çêkirin û ev kom bi serkêşiya walî û desthilatên mezin di herêmê de xebitîn.

Komên çete yên behsa mijarê, heta dawiya sala 2015‘an gelek deverên Iraq û Sûriyê xistibûn bin kontrola xwe. Ev rêje ji dewleta Tirk û hikumeta wî re qezenceke pir mezin di aliyê aborî, leşkerî û siyasî de bû. Di heman demê de ji bo gelê Kurd derbeyek û ji Tirkiyê re kaxezeke zextê bû li hemberî hikumetên herêmê û gelên rabûne ser pêyan, her wiha amûrek ku bi rêya wê projeyên xwe yên siyasî û dagirkerî pêk bîne.

Erdogan siyasetên xwe yên li Iraq û Sûriyê bi rêya piştevaniya terorê ku wek wekîlan bi kar dianî, ava kir da ku her çar armancên xwe yên sereke pêk bîne; qirkirina Kurdan, pêşxistina aboriya xwe, pêkanîna planên xwe yên dagirkirinê herêmê li gorî Mîsakî Millî, her wiha xwe wek beşek ji desthilata her du welatan bide nîşandan.

Di aliyê meydanî de jî, serweriya bingehîn li herêmên ku Cebhet El-Nusra, DAIŞ û komên tundraw lê hene, li Sûriye û Iraqê, dewleta Tirk dikir. Her wiha jî Tirkiyê di hemû aliyan de û parastina van komên siyasî di civînên navdewletî de, çi Astana û çi jî Cinêv be, bi awayekî eşkere wekî (Cebhet El-Nusra ya terorîst) û bi awayekî veşartî wekî (Partiya Turkistanî ya Îslamî, DAIŞ) piştgirî didayê. Ew piştgirî jî ji bo rewakirina hebûna wan bû yan jî wekî ku parastina wan herêman bike ku dema hêzên mezin şerê wan kir.

Ji aliyê aborî ve jî, li Stenbolê zêdetirî hezar û 131 kargehên Sûriyê vebûn. Her wiha bajarên başûrê Tirkiyê jî wekî Dîlok, Hatay û Ceylanpinar bûn Heleba duyemîn, bi taybet piştî ku hemû kargeh û destgehên Helebê hatin dizîn û veguhastin Tirkiyê. Karker û pîşesaz xistin xizmeta xwe ku kargehên Sûriyê gihaştin 209’an. Li Mêrsînê jî 207 kargeh in. Aliyekî din ê herî girîng di alozî û bûyeran de ku dewleta Tirk jê sûd wergirtiye, firotina çekan a ku di 2011’an heta 2016’n de gihaşt 7 milyar dolaran. Li rexê jî diziyên petrol û şûnwarên Iraqê û Sûriyê li beramberî dayîna çek, pere û piştgiriya lojîstîk a DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û komên tundraw in. Tirkiyê sûdwarê yekem a petrola DAIŞ’ê bû û DAIŞ’ê jî li hermber wê salane 2 milyar dolar werdigirt. Ev yek jî cîgirê wezîrê parastina Rûsya ya girêdana fermandarên Tirkiyê bi van koman re û di serê de Recep Tayyîp Erdogan û ferdên malbata wî didizîn û bazirganiyê teqez û eşkere kir.

Di dirêjahiya 8 salan de di navbera Kurdên ku şoreşa xwe pêk anî û mîsogeriya yekitiya Sûriyê diparêzin û dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên teror li Sûriyê şerekî dijwar deret. Kurd û hevalbendên wê karîn plana Tirkiyê ya bi dirêjahiya xeta ji Heleb heta Kerkûkê û Reqa û Mûsilê ve, têk bibin. Lê ew jî piştî ku Tirkiyê pirî caran xwest plana xwe bi rêya komên xwe li Sûriyê û Iraqê pêk bi aniya bû. Şer ji 2012’an ji Serêkaniyê heta destpêka 2019’an li Baxozê domiya. Serkeftina mezin, bandor li hundirê Tirkiyê piştî xistina wê ya çirava Sûriyê kir. Her wiha bandor li aliyên siyaseta hundirîn û derve, aboriyê û civaka Tirkiyê kir. Asta bandorê û derbkirinê ya ku Kurdan li Tirkiyê kiriye, di hilbijartinên Tirkiyê de yên ku AKP’ê û Erdogan ji şaredariyên bajarên Kurdan ên mezin hatine qewitandin, derket holê.

Bi van destkeftî û serkeftinan, Kurdan karî deriyê herî mezin li beramber Osmaniyên nû bigire. Her wiha jî li hundir û derveyî Tirkiyê di hemû aliyan de Tirkiye têk bir. AKP’ê hemû kartên siyasî, leşkerî û aborî ji bo derbkirina Kurdan bi kar anîn, hemû planên wê yên li Iraq û Bakurê Sûriyê  îflas bûn.

Sibe: Nexweşiya Osmaniyan derbasî Afrîkayê dibe, gelo terora wê dê li wir têk biçe?

 (fr/bb)

ANHA


Mijarên Din