Kurd û Keldan: Ji bo serkeftina li dijî dagirkeriya Tirk, hevgirtina pêkhateyan divê

Pêkhateyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo misogeriya serkeftina li hemberî dagirekriya Tirk fikirê neteweya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerê esas girtine.

Dewleta Tirk û çeteyên wê, gef û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dewam dikin û hewl didin ku istîqrara herêmê têk bibin. Di 6'ê Tebaxê de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk taxa Sînaa a rojhilatê Qamişlo bombebaran kir, di encamê de 4 sivîl jê 2 zarok şehîd bûn.

Pêkhateyên navçeya Dêrik a kantona Qamişlo diyar kir ku ew amade ne ku li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin û destekê bidin yekîneyên parastinê. Her wiha anîn ziman ku ev êriş tevahî pêkhateyên herêmê dike hedef.

Têkildarî wê, welatiyê bi navê Mihemed Ebdurehîm ê ji pêkhateyê Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk çanda dagirkeriyê dipejirîne û li ser rijandina xwînê û şeran hatiye avakirin. Ebdurehîm wiha domand: ''Êrişên dewleta Tirk ne tesaduf in, lê bi gelek sedeman in ji wan; peymana Lozanê ya ku beriya sed salî hatiye îmzekirin bi dawî bibe û hilbijartnên Tirkiyê jî nêz bûye, ji ber wê yekê dewleta Tirk hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe da ku destkeftiyên nû bi dest bixe. ''

Ebduerehîm bal kişand ser berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û diyar kir ku berxwedana gerîla li hember êrişên wan bendeke bi hêz e û destnîşan kir ku serkeftinên ku Hêzên Parastina Gel li Zap, Metîna û Avaşîn pêk anîne bûn sedem ku dewleta Tirk êrişê nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pên nîne.

Mihemed Ebdurehîm îşaret pê kir ku  Bakur û Rojhilatê Sûriye li ser ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk ne xeter e weke ku Erdogan û partiyê wê idîa dikin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Lê beravajî wê dewleta Tirk li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriye xeter e. Dewleta Tirk siyaseta demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyan di nava xwe dihewîne wekî xeteriyekê li ser ewlehiya xwe dibîne û ji yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ji ber vê yekê êrişan li ser herêmê pêk tîne."

Mihemed Ebdurehîm bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ji bo ku parastina destkeftiyan xwe bispêrin xeta şerê gel ê şoreşgerî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan da ku li hember komplo û sûcên dagirkeriya Tirk serkeftinê misoger bike."

Welatiya bi navê Sîda Hena ji pêkhateya Kildan e êriş û sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriye û bêdengiya navneteweyî, şermezar kir

Sîda Hena destnîşan kir ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye di şerê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de li kêlka Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) disekine. Her wiha got, ew dev ji axa ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye bernadin û ji dijmin re nahêlin.

Têkildarî armanca  dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê, Sîda Hene diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike ku aloziyên xwe yên hundrîn, di nava ya aborî derbasî dervayî sînora xwe bike.

Sîda Hena anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li herêmê xizmetî guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriye dike.

(dm)

ANHA


Mijarên Din