Kurdan şerê psîkolojîk şikand

Ezîz Koyluoglu

Saleke nû li pêşiya me ye, her kes dixwaze di sala nû de bigihîje armancên xwe. Di sala nû de, ji niha ve xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tune bike. Lê Kurd li hember vê dixwazin di nava aştî û aramiyê de bijîn. Heta ger dewleta Tirk mafê rewa yê Kurdan qebûl bike, Kurd dikarin bi dewleta Tirk re bikevin nava hevkariyê. Lê ev di rewşa niha de pir dûr xuya ye.

Hêzên wekî Rûsya û Amerîkayê jî li gorî berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn dixwazin Kurdan li aliyê xwe bigirin, lê armanca her yekî cuda ye.

Îran dixwaze hebûna xwe ya li herêmê dewam bike û “Hîlala Şîe” ya ava kiriye, biparêze. Ji bo wê jî dixwaze îtîfaqa bi Rûsyayê re daye çêkirin, bidomîne.

Yekitiya Ewropayê ketiye nava qeyraneke cidî û ji hebûna wê ya siyaseta cîhanê lewaz dibe. Hewldana Fransayê jî nikare vê rewşê biguherîne.

Çîn êdî li cîhanê zêdetir xuya dibe û ev yek dê di warê siyasî de jî rewşeke nû bi xwe re bîne.

Nakokî û îtîfaqên li cîhanê êdî wekî berê nabin. Siyaseteke reş û spî nemaye û her kes bi her kesê re di nava têkiliyê de ye. Di rastiyê de êdî hemû paşmayiyên siyaseta dema Şerê Sar ji holê radibin. Tahmulê dewletan ên berê yên dîplomatîk jî wateya xwe wenda dikin. Siyasetek bi demê re xwe tevger dike derdikeve holê.

Navenda vê siyasetê Rojhilata Navîn e û navenda Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Ji bo wê hêzên li ser Kurdistanê siyasetê dikin, êdî wekî berê li gorî qalibên siyasî siyasetê nakin. Ji bo wê jî bi taybet dijberên Kurdan êrîşên xwe yên siyasî dijwartir kirine.

Şerê derûnî yê li ser Kurdan gihîştiye asta xwe ya herî jor. Tu deman wekî niha li dijî Kurdan şerê psîkolojîk nehatibû meşandin. Dijberên Kurdan û hêzên dixwazin Kurd li gorî siyaseta wan tev bigerin, ketine nava siyaseteke qirêjî. Dixwazin Kurd xwe lewaz bibînin an dev ji mafên xwe berdin an jî bi tiştên pir biçûk razî bibin.

Ev siyaset di destpêkê de li ser Kurdan di dema referanduma li başûrê Kurdistanê ya serxwebûnê hate meşandin. Dewletên herêmê xwe kir yek û şerekî derûnî li ser Kurdan da meşandin. Referandumeke wiha çi qas rast bû yan ne rast bû, ew li aliyekî, lê başûrê Kurdistanê bû qurbana şerê psîkolojîk. Ji ber ku zemîneke dagirkeriyê ya dewletên herêmê li ser başûrê Kurdistanê nîn bû. Lê wiha da xuyakirin dê başûrê Kurdistanê dagir bikin. Vî şerê psîkolojîk bandor li rayedarên Başûr jî kir û dev ji mafên xwe yên rewa berdan. Li vir jî serkêşiya şerê psîkolojîk dewleta Tirk a dagirker dikir.

Niha dewleta Tirk a dagirker çawa li dijî başûrê Kurdistanê şerekî psîkolojîk da meşandin, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman tiştî dike. Berê ji bo Kurdan dihate gotin dostên wan nîn in, yek dostê wan heye ew jî  çiyayên wan in, ji bo wê jî her bindest in. Di roja me ya îro de dostên tu kesî nîn in. Kî dê kengî dijberiya kê bike, berjewendiyên demê diyar dikin. Ji ber ku ne DYA û ne jî Rûsya dostên tu kesî ne. Ne yên Tirkan, ne Kurdan, ne jî yên gelekî din in. Yên têkiliyan diyar dikin, berjewendiyên wan dewletan in.

Jixwe armana dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerekî psîkolojîk e. Dewleta Tirk dixwaze bi taybet hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Ji bo wê jî şerê psîkolojîk bilind kiriye. Ne tenê Kurdan û dostên wan gefan lê dixwe, gefên dewleta Tirk a dagiker li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn in. Di heman demê de li dijî berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê ne jî. Kurd jî ji bo bikarin xwe ji bin vî şerê psîkolojîk xelas bikin, di nava tevgereke cidî de ne. Ji gelek aliyan ve ketine nava têkiliyên dîplomatîk û bi hemû aktoran re di nava diyalogê de ne. Îro hate xuyakirin ku Kurdan, kêm be jî, ev şerê psîkolojîk heta astekê şikandiye. Hevdîtinên bi Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re baş û erênî derbas dibin. Her wiha bi Lîga Erebî re (Camiye El-Erebî) bi armanca Sûriyeke yekgirtî diyalogeke baş heye. Bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re jî diyalog dewam dikin.

Lê ev nayê wateya ku metirsiya li ser herêmê rabûye. Berovajî vê hêj metirsiya li ser herêmê wek roja yekemîn dewam dike. Lê bandora şerê psîkolojîk ku ji Kurdan re digot an teslîm bibin an jî tune bibin, heta astekê hate bêbandorkirin.

(kc)

ANHA 


Mijarên Din