Kurdistaniyan li Lubnanê 15`ê Tebaxê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya salvegera 35`an a 15`ê Tebaxê li paytexta Lubnanê Beyrûtê şahiyek bi tevlibûna bi dehan kurdistaniyan li dar xist.

15`ê Tebaxê salvegera yekemîn a guleya ku li dijî dewleta Tirk a dagirker ji hêla têkoşer Egîd (Mesûm Qorkmaz) ve sala 1984`an hatiye avêtine. Kurdistaniyan li tevahiya cîhanê vê boneyê pîroz dikin.

Bi vê boneyê Tevgera Civaka Demokratîk şahiyek li hola El-Cemîliye ya herêma El-Cenah li Beyrûtê li dar xist. Hol bi wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Di şahiyê de bi navê Kongreya Star a Lubnanê Erziye Reşîd axivî û 15`ê Tebaxê pîroz kir. Erziye tekez kir ku şehîd pêşengên wan ên manewî ne û heta pêkanîna serkeftinê û azadiya gel ew şopdarên şehîdan in.

Piştî wê endamê Tevgera Civaka Demokratîk Ferîd Mecîd axivî û tevahiya şehîdan bi bîr anî. Mecîd diyar kir ku şehîd sembolên berxwedana gel in û wiha domand: "15`ê Tebaxê şoreşa têkoşîn û berxwedanê ji bo rizgariya gelê Kurd ji rejîma dîktetor û Osmanî vêxist."

Piştî wê koma Welatê Rojê ya  stran, koma Şehîd Îlan û koma Şehîd Bêrîtan û hunermend Xelîl Ibarhîm berhemên xwe ji starn û govend pêşkêş kirin. Kurdistaniyan jî li ber stranên koman xelekên govendê gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana 15`ê Tebaxê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din