Kurdistaniyên li Fînlandiyayê serdana gora şehîd Kendal kirin

Bi boneya Cejna Remezanê, bi dehan kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya, Helsînkiyê  serdana gora şehîdê Kendal kirin.

Piştî xwendina fatîheyê li ser gora şehîd, endamê Navenda Civaka Demokratik a Kurd-NCDK li Fînlandiyayê Deştî Çiya axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest  û got: "Şehîd Kendal şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye, ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşiya."

Çiya hêvî kir ku parçeyên Kurdistanê bibe û yek û îsal bibe sala serkeftinê.

Gerîlayê HPG‘ê Xalis Cîhan (Kendal) ji bajarê Serhedê yê Bakurê Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê birîndar bû û di 1‘ê Gulana 2018‘an li Fînlandiyayê şehîd bû.

Ji ber astengiyên desthilata dewleta Tirk ku rê nede cenaze li Bakurê Kurdistanê were veşartin, cenaze li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê hate veşartin.

 


Mijarên Din