Kurdistaniyên li Lubnanê sûcên li dijî Kurdan şermezar kirin

Bi dehan kurdistaniyên Lubnanê bi tevlibûna Komeleya Newroz a Çandî û Civakî li ber Komseriya NY`î ya li Lubnanê kom bûn û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û qetilkirina ciwanê Kurd Bariş Çakan protesto û şermezar kirin.

Çalakvanan wêneyên qurbaniyên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û Bariş Çakan hildan. Her wiha kurdistaniyan  û Komeleya Newroz a Çandî û Civakî daxuyaniyek dan. Dîlan Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hatin bibîrxistin. Her wiha hate diyarkirin ku dagirkeran li gel bêdengiya navdewletî ya domdar sûcên ku digihêje asta sûcên şer didomînin. Ruxmî berxwedana gelê Efrînê li hember  siyasetên dagirkeran, lê şêniyên Efrînê yên ku di nav bajêr de mane rojane rastî hovantirîn sûcên der mirovî tên bi taybet jin.

Di daxuyaniyê de îşaretpê hate kirin ku jin di encama topbarana bêserûber li dijî herêmên Şehbayê, revandin, destavêtin û zewicandina zarokan bi çeteyan re, îşkenceya di nava girtîgehên çeteyên de li Efrînê azar û zehmetiyan dikişînin. Dagirkeran ji van sûcan armanc dikin herêmê ji şêniyên resen vala bikin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bûyerên dawîn ên ku di navbera çeteyan de li Efrînê çêbûne û di encamê de sûcên di girtîgehan de li dijî jinan têne kirin hatin eşkerekirin. Diyar bû ku ew jin revandî ne û ji şêniyên herêmê yên resen in û piraniya wan Kurd in. Her wiha hate destnîşankirin ku dagirkeran bi van sûcan rêgezên û pîvanên navdewletî binpê dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistina NY, civaka navdewletî û tevahiya rêxistinên hiqûqî û yên jinan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dagirkirina Tirkiyê ji tevahiya herêmên bakurê Sûriyê re bidawî bikin. Her wiha komîteyekê ava bikin da ku rastiya wan sûcan derxîne û sûcdaran muhesebe bike.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, şandeyek ji beşdaran daxwazên xwe radestî berpirsê NY`î li Lubananê kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din