​​​​​​​Kurdên li Lubnanê salvegera damezirandina PYD'ê pîroz kir

Kurdên li Lubnanê bi diruşmeya "Bi yekitiya demorkatîk em ê dagirkeriya têk bibin, rêveberiya xweser pêş bixin û Sûriyeke demorkatîk ava bikin", salvegera 17'an a damezirandina PYD'ê pîroz kir.

Şahî li hola Berekê ya li Beyrûtê hate lidarxistin. Hol bi wêneyên şehîdan û al û sembolên Kurdî hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê PYD'ê Fexrî Rîhanî, bi navê  nûnertiya Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, bi navê Konfreya Star Emel Bekir, bi navê ciwanên PYD'ê Xalid Efrîn, nûnerê Ermen ê cîhanê Hamo Moso Kafiyan û dayika şehîd Rojînda Efrîn axivîn.

Di axaftina de salvgera damezirandina PYD'ê li cangoriyên azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Her wiha têkoşîna 17 salan a PYD'ê hate destnîşankirin û hate gotin ku PYD'ê xeta sêyemîn a ku xwe dispêre neteweya demokratîk esas girt, li hemberî êriş û dagirkeriyê li ber xwe da û komployên li dijî xaka Sûriyê û gelê tê bir.

Di axaftinan de banga yekitiya netewî ya kurdî û şopandina xeta şehîdan hate kirin.

Şahî bi dîlanên koma Şehîd û stranên koma Welatê Rojê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din